Çalakiyên roja sêyemîn a Pêşengeha Pirtûkan bi dawî bû

Çalakiyên roja sêyemîn a Duyemîn Pêşengeha Pirtûkan bi dawî bû.

Çalakiyên roja sêyemîn a Pêşengeha Pirtûkan bi dawî bû
22 tîrmeh, 2018   19:49

QAMIŞLO

Di roja sêyemîn a Duyemîn Pêşengeha Pirtûkan a Rojava de gelek şênî, rewşenbîr nivîskar û hezkiriyên pirtûk û çandê serdana pêşengeha ku li hola Zana ya bajarê Qamişlo hatibû li darxistin kirin.

Di roja sêyem de gelek çalakî pêk hatin, hindek nivîskar pirtûkên xwe îmze kirin ji wan Rojnamevanê Misrî Ebdulfettah pirtûka xwe bi navê (Serpêhatiya Rojnamevekî Misrî li Dewleta DAIŞ'ê), nivîskar Ebdulmecîd Qasim pirtûka xwe bi navê (Wêjeya Zarokan Di Çanda Kurdî De ), nivîskar Ebdulrehman li ser pirtûka xwe bi navê (Işqa Di Demên Qedexekirî de ) û her wiha nivîskar Ebas Ismaîl li ser pirtûka xwe bi navê (Mînkanên Meydanî ) îmez kirin.

Çalakiyên îro bi dayîna semînerek bi navnîşana (Wêjeya Şer) ji aliyê helbetvan Ciwan Nebî ve, bi dawî bû.

Pêşengeh dê heta 2 rojên din jî li pêşiya mêvanan vekirî be.

(şx)

ANHA