ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.07.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.07.2018
7 tîrmeh, 2018   04:00

-Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

-Navçeya Eyn Îsa ya dikeve Bakurê Sûriyeyê, bi dewlemendbûn û zelalbûna kanî û golên xwe tê naskirin, ji lewra jî avabûn lê zêde ye. Eyn Îsa navê xwe ku girtiye?. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Binpêkirinên çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên Efrînê, ji revandin, girtin û êşkenvekirin didome. Her wiha mal û milkên wan tenê desteserkirin û li şûna wan malbatên çeteyan têne bicihkirin. Kesê ku fermanên wan pê neyên tê kuştin anî tesfiyekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nexweşiya ciwanê bi navê  Nûrî Mihemed Qasim (18) salî ji ber dengên topbaran û balafirên şer ên dewleta Tirk lê vegerîyaye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nivîskarê Kurd Dilovan Deştî anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşa xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê dixwaze gelê Kurd qirbike û Mûsil, Heleb û Kerkûkê dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir got ku di êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê de welatiyên sivîl tên qetilkirin û ev tişt anî ziman: "Mixabin Nêçîrvan Barzanî tu helwest li dijî êrîşan nîşan neda. Helwesta Erdogan pîroz dike. Ev jî tê wateya ku bi faşîzmê û dagirkeriyê re hevkarî tê kirin. Ev hevkarî rê li ber metirsiyeke mezin vedike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Li kantona Kobanê jin ji parastinê heta dadgeriyê, ji siyasetê heta dîplomasiyê xwe bi rêxistin dike û niha jî amadekarî dikin roja 15`ê Tîrmehê ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Kobanê kirin, konferansê xwe lidar bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Tendûristiyê ya bajarê Reqayê bi armanca firehkirina beşa Tendûristiyê û peydakirina derman û hemû pêdiviyên tendrûrstiyê ji şêniyan re, bê navber xebatan dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dewleta Tirk careke din ava çemê Firatê bi ser Sûriyeyê de qut kir. Bi vê yekê rêjeya avê kêm bû û şêniyan anîn ziman ku Erdogan polîtîka birçîkirinê li dijî gelên Sûriyeyê dide meşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Desthilatdariya AKP'ê ji qeyrana aborî ya Filistîn tê re derbas bibe sûdê werdigire da ku hebûna xwe li Qudisê ava bike. AKP'ê ji bo pilanên xwe di Qudisê û tevahî Filistînê de bi cih bûne, amadekariyên alîkardayîna bi Israîlê dike. (BI WÊNE)

ANHA