`Armanca Tirkiyê qirkirina gelê Kurd e`

Nivîskarê Kurd Dilovan Deştî anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşa xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê dixwaze gelê Kurd qirbike û Mûsil, Heleb û Kerkûkê dagir bike.

`Armanca Tirkiyê qirkirina gelê Kurd e`
7 tîrmeh, 2018   04:20

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM/QAMIŞLO

Nivîskarê Kurd û endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê Dilovan Deştî di hevdîtina li gel ajansa me ANHA`ê êrîş û dagirkeriya Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê nirxand û got: ˝Dewleta Tirk her tim li hemberî gelê Kurd şer dike û niha jî dixwaze dagirkeriya xwe li Sûriyê û Iraqê ferehtir bike˝.

Deştî di nava gotinên xwe de anî ziman ku Tirkiyê di êrîşa xwe ya li ser herêma Başûrê Kurdistanê Qendîl bi sernakeve û bû sedema gelek sivîl şehîd û birîndar bibin, Tirkiyê hewl dide ku gelê Kurd di qirkirine re derbas bike û di dîroka Tirkan de wê komkujî li ser gelek gelên herêmê da ye meşandin.

Deştî diyar kir ku Tirkiyê di bin navê li hemberî PKK`ê şer kirin êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike û wiha got:˝ Tirkiyê her tim di bin navê PKK`ê de êrîşî xaka Sûriyê û Iraqê dike. Tenê derdê Tirkiyê ew e ku gelê Kurd qir bike û dawî lê bîne˝.

Di berdewamiya gotinên Deştî de hat gotin ew weke Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê êrîşa Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê êrîşa li dijî tevahî gelên Rojhilata Navîn dinirxînin û ew amade ne bi hemû partî û saziyên sivîl re lihev bikin û li dijî vê êrîşê bisekinin.

Ji bo bêdengiya herêmî û navnetewî ya ji êrîşên Tirkiyê re Deştî wiha got:˝ Tirkiyê bi êrîşkirina li ser Başûrê Kurdistanê hewl dide Iraqê dagir bike û divê hikûmeta Iraqê bi riya Yekîtiya Ereban, Netewên Yekbûyî û Meclîsa Ewlekariyê zextê li Tirkiyê bike ku ji xaka wê derbikevin. Eger dewleta Iraqê vê yekê neke ev tê wateya ku ew piştgiriya Tirkiyê dike˝.

Nivîskarê Kurd Dilovan Deştî di dawiya gotinên xwe de bang li hemû Partiyên Başûrê Kurdistanê kir ku bi hev re li hemberî êrîşa Tirkiyê li ser gelê Kurd têbikoşin. Her wiha bang li hêzên kurdî, partiyên siyasî yên kurdî û saziyên sivîl kir ku di zûtirîn demê de Kongreyê Netewî lidar bixînin.

(np)

ANHA