Li Dêrazor êrîş: kuştî û birîndar hene

Li bajaroka El-Bisêra ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê êrîşek bi wesayîteke bomebebarkirî rû da. Hate ragtihandin ku kuştî û birîndarên sivîl hene.

Li Dêrazor êrîş: kuştî û birîndar hene
6 tîrmeh, 2018   21:06

DÊRAZOR

Çavkaniyekî herêmî ragihandin ku li deriyê ketina bajaroka El-Bisêra ya dikeve rojhilatê bajarê Dêrazorê êrîşek bi wesayîteke bomebebarkirî li nêzî stasyona avê pêk hat, wekî agahiyên destpêkê di encamê de 10 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 20 jî birîndar bûn.

QSD'ê cihê êrîşê dorpêç kir û qurbanî rakirin nexweşxaneyan.

Hin malperên herêmê ji sivîlên hatin kuştin navê 6 kesan diyar kir, ew jî ev in; Haşim Mihemed El-Meter, Înas Mahîr El-Meter, Yûsif Zuhêr El-Nayîf, Mihemed Mahîr El-Meter, Mûtemen Tewfîq El-Tefaş û Îsa Etellah El-Mûnadî.

(bb)

ANHA