ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.07.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.07.2018
1 tîrmeh, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê bêne şopandin.

- Şêniyên kantona Kobanê cenazeyên 3 cagoriyên azadiyê li goristana Şehîd Dicle oxir dikin. Saet 18:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêxistina Kongreya Star a Kantona Kobanê di çarçoveya amadekariyên lidarxistina konferansa xwe dicive û komîteya amadekar ava dike. Saet 15:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- 71 pîşezarên taxa Şêxmeqsûd a Heleb, piştî ku tax bi ewle bû, vegeriyan ser karê. Bi vê yekê aborê taxê gavên ber bi pêş de di avêje û derfetên kar ji welatiyan re peyda dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Mala Jin a bajaroka Hîşê di mijara rêxistinkirin û perwerdekirina jinan dikarî heya radeyekê dikarî gavên ber bi çav bi avêje, lê sozên ku rêxistinên mirovahî dane heya niha pêk ne anîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hevserokê MSD‘ê (Buroya Helebê) Miriî El-Şibilî diyar kir ku destura Sûriyê divê bêyî cudahî hêviyên hemû pêkhateyên civaka Sûriyê pêk bîne û armancên avakirina Sûriyeke demokratîk bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa dest bi kondina binerdekê  ji bo ava qirêj dike, da ku rê li ber belavbûna ava qirêj di nava koçberên kampê û şêniyên navçeyê bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Hêzên rêjîma Sûriyê çalakiyên xwe yên leşkerî yên li başûrê Sûriyeyê da destpêkirin, Amerîkaiyê komên çete agahdar kirin ku ew parastina wan nake. Dîsa jî derbarê başur de lihevkirin têne kirin.  Li aliyeke din jî ji bo avakirina hikûmeke nû peyaman di navbera alêyên Şîî de didome. Tê payîn ku Pûtîn û Trump di Tîrmehê de bi civin û gelek dosyata nîqaş bikin. (BI WÊNE)

ANHA