Li Barzan di topbarana artêşa Tirk de jinek 19 salî jiyana xwe ji dest da

Li herêma Barzan di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de, jinek ciwan a 19 salî jiyana xwe ji dest da.

Li Barzan di topbarana artêşa Tirk de jinek 19 salî jiyana xwe ji dest da
30 hezîran, 2018   20:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Berdevkê Polîsên Soran Hewar Ergoşî ve hatî dayîn, îro di encama topbarana artêşa Tirk de jina ciwan a bi navê Dinya Reşîd Nacî ya 19 salî ya ji gundê Helanya ya ser bi bajarokê Şêrwan mezin a herêma Barzan, jiyana xwe ji dest da.

Hewar Ergoşî diyar ku cenaze ji bo Tiba Edlî ya Soran hatiye şandin.