Di hefteya derbasbûyî de mijarên sereke yên rojnameyên erebî

Hêzên rêjîma Sûriyê çalakiyên xwe yên leşkerî yên li başûrê Sûriyeyê da destpêkirin, Amerîkaiyê komên çete agahdar kirin ku ew parastina wan nake. Dîsa jî derbarê başur de lihevkirin têne kirin.  Li aliyeke din jî ji bo avakirina hikûmeke nû peyaman di navbera alêyên Şîî de didome. Tê payîn ku Pûtîn û Trump di Tîrmehê de bi civin û gelek dosyata nîqaş bikin.

Di hefteya derbasbûyî de mijarên sereke yên rojnameyên erebî
1 tîrmeh, 2018   04:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên di hefteya derbasbûyî de, mijarên derbarê tevgera li başûrê Sûriyê, komîteya desturî ya ku dê were avakirin, şêwirên di navbera aliyên siyasî yên Iraqê ji bo avakirina hikûmeke nû, şerê li Yemenê giritn dest.

Sûriya

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa li Sûriyeyê de sernavê "Ji Washingtonê ji opozîsyona Sûriyeyê re: Piştgiriya me li başûr texmîn nekin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Amerîka ji çekdarên opozîsyonê re got ku li başûr ew ê piştgiriya leşkerî nedin wan û wiha dom kir: "Washington agahî dan çekdarên opozîsyonê ku bela piştgiriya leşkerî li başûr a nêzî Urdinê ji wan hêvî nekin."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî got ku peyamên Washington ji opozîsyonê re diyar dike ku di navbera Rûsya û Amerîkayê de itîfaqek li ser hesabê başûr heye.

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî "Rejîm êrîşî başûrê Sûriyeyê dike, da ku xeta ber bi sînorê Urdinê ve veke" avêt. Rojnameyê got ku hêzên rejîmê di êrîşa xwe ya li ser Derayê de pêşketin bi dest xistiye û wiha dom kir: "Piştî itîfaqa li ser herêmên kêmkirina şer ev cara yekem e ku hêzên rejîmê ew qas pêşketinê bi dest dixe. Hêzên rejîmê hewl didin ku bigihîjin sînorê Urdinê."

Rojnameya El-Heyat jî derbarê hebûna Îranê ya li Sûriyê sernavê "Rêveberiya Amarîka dê vekişîna Îranê bi temamî ji Sûriyê re nîqaş bike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku di dema ku hêzên rêjîmê û Rûsiya li Başûrê Sûriyê êrîşên xwe dijwar dikin, Neteweyên Yekbûyî hişyarî didin ku li Dera jî werkî rewşa rojhilatê Helebê û Xûta pêk neyê û wiha dom kir: "Dîplomasiyek Rojavayî diyar kir ku li gorî siyaseta Amarîka ya nû pêwîst dike ku Îran bi temamî ji Sûriyê vekşîne û da diyarkirin ku Amarîka qebûl dike ku demek din jî Beşar Esed li ser desthildariyê bimîne û çira kesik jê re vekiriye ku tevahî herêmên Sûriyê y ên di bin destê opozisyonê de maya paş de vegerîne. Beranberî vê yekê jî hêzên rojavayî bi serketin ku briyara qedexekirina çekên kîmyawî bikar bînin."

Rojnameya El-Heyat jî sernavê "Şam, destkeftiyên xwe yên li başûr zêde dike….Opozîsyon li ber bijareyên tal e" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hejmara koçberên ji parêzgeha Deraa yên berê xwe didin sînorê Urdinê û Golanê zêde dibe û wiha dom kir: "Tê payîn ku hejmara koçberan bigihîje derdora 150 hezar kesî. NY jî ji karesata mirovî hişyar kir. Di heman demê de bombebarana li rojava û rojhilatê Deraa zêde bûye. Li aliyê din jî agahiyên dijberî hev hatin ku di navbera komên çekdar û hêzên Rûsya de itîfaq heye, li gorî vê itîfaqê wê komên çekdar di deriyê sînor ê Nesîb re vekişin. Li bajarokên Um El-Meyadîn, El-Têba û Nesîb wê komên çekdar ên opozîsyonê vekişin û li şûna wan artêşa Sûriyeyê bi cih bibe."

"Rojnameya Şerq El-Ewsat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir"De Mistura li Cenevreyê bi koma 6 re dicive".

Rojnameyê diyar kir ku rayedarên mezin ên Fransa, Almanya, Urdin, Brîtanya, Amerîka û Siûdiyê hevdîtin der barê rêbaza avakirina komîteya destûrî li Sûriyeyê de pêk anîne. Rojnameyê diyar kir ku Steffan de Mistura hefteya borî bi rayedarên Îranê, Rûsya û Tirkiyeyê re civiya û wiha didomîne: "Evan gotûbêjên li Cenevreyê yekemîn danûstandinên dîplomasî yên aşkera ji çend mehan ve ye. Xebatên avakirina komîteya destûrî piştî du salan ji hevdîtinên bê encam pêk tên. De Mistura ji rojnamevanan re got ku ev civînên "girîng" bûn.

Girêdayî rewşa şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ'ê de li beyara Sûriyeyê girêdayî vê mijarê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Êrîşên hêzên rejîmê û hêzên Îranê li dijî DAIŞ'ê didomin". Rojnameyê diyar kir ku şer û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û DAIŞ'ê de li devera di navbera sînorên Iraqê û bajarê Bokemal a Sûriyeyê û stasyona duyemîn û aliyekî ji beyara rojhilatê Humsê berdewam dikin.

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir "Nexweşiya hevbendiyên navxweyî li Iraqê derbasî mala sunniyan bû". Rojnameyê diyar kir ku sê blokên şîayî (Saîrûn), (El-Nesir) û (El-Fetih) karibûn hevbendiya xwe ava bikin û hate gotin ku ew ji erebên sunnî û kurdan re vekirî ye. Kurd û sunnî jî hê jî li vebijêran digerin da ku beşdarî hikumeta nû bibin û di çêkirina biryaran de beşdar bin.

Rojnameya El-Ereb ji aliyê xwe ve manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Muqteda El-Sedir di şeklî de Tevgera Milîsên Seraya El-Selam sînordar kir". Rojnameyê diyar kir ku oldarê Şîayî yê Îraqê Muqteda El-Sedir bi awayekî demkî xebatên milîsên çekdar ên girêdayî wî cemidandin.

Rojnameya El-Heyat jî sernavê "Ebadî fermana darvekirina terorîstên bi îdamê hatine tawanbarkirin, da" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku roja pêncşemê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh êvarê fermana pêkanîna hikmê îdamê li dijî terorîstan da û wiha dom kir: "Diyar e ev biryara Ebadî wek bersiva darvekirina Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya rehîneyên li gel wê pêk hatiye."

Rojnameya El-Ereb sernavê "Cihbicihkirina destûreke seqet li Iraqê piştî parlamento têk çû, dema xwe dirêj bike" avêt. Rojnameyê got ku parlemana Iraqê roja pêncşemê di dirêjkirina dema xwe de têk çû û wiha dom kir: "Ev bijara ku hin aliyên siyasî bi hinceta ku pê li dijî valatiya siyasî derkevin, ev piştî ku encamên hilbijartinê pêk nehatin."

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku dema qanûnî ya parlamentoya Iraqê ya niha dê heta dawiya vê mehê pêk were û wiha dê li Iraqê rewşeke tevlihev derkeve, ji ber valatiya desthilatdariya zagonî pêk were û wiha dom kir: "Desthildariya rêveber jî dê nûnertiya hikumeta Heyder Ebadî karê xwe bidomîne."

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir "Pevçûn ji navenda El-Hudeyda ve nêzîk dibin û El-Hadî rizgarkirinê berdest dibîne". Rojnameyê diyar kir ku şer û pevçûn li nêzî zanîngeha El-Hudeyda li ser rêya di navbera balafirgeh û bendera bajêr de bi dijwarî rûdan. Koma hûsiyan jî gelek rê û kolanên bajêr girtin piştî ku pevçûn ji navenda bajêr ve nêzîk bûn.

Li aliyekî din serokê Yemenê Ebdrebo Mensûr Hadî diyar kir ku rizgarkirina parêzgeha El-Hudeyda nêzîk e.

Rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir "Martin Griffith ji bo şerê El-Hudeyda rawestîne serdana Edenê dike". Rojnameyê li ser navê hin çavkaniyên ji şandeyên navneteweyî diyar kir ku Griffith dê cara yekemîn serdana paytexta Yemenê ya demkî Edenê bike û hewl bide çareseriyeke siyasî peyda bike da ku serweriya hûsiyan li ser bajarê El-Hudeyda bi dawî bike.

El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir "Hadî ji Griffith re: Dema înîsyatîfa bendera El-Hudeyda derbas bûye". Rojnameyê diyar kir ku serokê Yemenê Ebdrebo Mensûr Hadî di hevdîtina xwe ya bi şandeyên navnetewî Martin Griffith re bang li Hosiyan kir ku ji parêzgeha El-Hudeyda vekişin. Çavdêran jî ev gav weke bersiveke zelal ji hikûmeta Yemenê ya naskirina înîsyatîfa Griffith e da ku bendera El-Hudeyda bikeve bin çavdêriya navnetewî".

Erdogan wê di dema pêş de çi bike?

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Tirkiyê piştî hilbijartinan sernavê "Erdogan piştî hilbijartinan wê bi serkeftina xwe çi bike" avêt. Rojnameyê got ku piştî hilbijartinan dê qonaxeke bigirêk pêş bikeve û wiha dom kir: "Erdogan dixwaze sîstemek desthildariya bê sînor ji xwe re ava bike, qanûnan bide guhertin û dijberên xwe yên li hindir hedef bigire. Aloziyên zêdetir li welat pêk bîne. Bi derdora navdewletî û herêmî re gelek aloziyan pêk tîne, armanca wî bi vê yekê ew e ku serdema osmaniyan pêk bîne."

Rojnameyê di dawiya nivîsa xwe de jî got ku çavdêr pirsyar dikin ku dê Erdogan piştî hilbijartinan çi be û bi taybet di dema ku ew bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye.

Lubnan

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê rewşa Lubnanê de sernavê "Hikumeta nû dîla werîsên di navbera Ewn û Cece de ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hemû hewaya erênî ber bi avakirina hikumeta nû de hatine rakirin û wiha dom kir: "Piştî ên erka avakirina hikumetê girtine hêvî dikirin ku erka wan di nava çend saetan a çend rojan de bi dawî bibû, niha bûne texmîn dikin ku bikevin qonaxeke nû. Ev ji ber her aliyek bi ya xwe bi israr e. Bi taybet piştî serokê Lubnanê Mîşêl Ewn pêşniyara ku serokê hikumetê yê hatiye erkdarkirin Seed Herîrî di dawiya hefteyê de pêk hat, çêbûye."

Civîna Trump û Pûtin

Girêdayî lûtkeya bendewar a di navbera Trump û Pûtîn de rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Dosyeyên 'mezin' di lûtkeya Trump û Pûtîn de hene; normalîzekirina dijwar û aloziyên herêmî". Rojnameyê diyar kir ku Koçka Spî û Kirêmlên ji bo lidarxistina lûtkeyeke di navbera herdu serokan Donald Trump û Viladîmêr Pûtîn de lihevkirine. Dibe ku lûtke di nîvê meha bê de li Ewropa pêk were.