ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.06.2018
29 hezîran, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Meclîsa Ciwanên Reqayê bi diruşmeya "Ciwan pêşengên guhertinê ya ber bi Sûriyaya pêşerojê ne" kongreya xwe ya damezirîner li lîstgeha Firat a li başûrê Çerxeriya El-Saa lidar bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê bêne şopandin.

- Akademiya Şehîd Yekta ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dewreya 4'emîn a focan destpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kongra Star li taxa Şêxmeqûsd a Helebê û Kantona Şehbayê bi wesîleya salvegera 22'yemîn a şehadeta têkoşer Zîlan çalakiyan lidar dixe. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bira, kur, dost û şervan bû. Ji bo serkeftinê rêya şehîdan şopand û xwest mohra xwe li dîroka azadiyê bide û yek ji şehîdên destpêkê yên berxwedana taxa Şêxmeqsûd li eniya rizgarkirina Eşrefiyê bû. Tu carî ji şer û çekan hez nedikir û her tim aşiqê aştiyê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Zanîngeha Rojava ya ku hinek xwendekarên Zanîngeha Efrînê yên ku beşê wan di zanîngehê de heye di nava fakulteyên xwe de bi cih kirin. Ji rêveberên Zanîngeha Rojava Merwa Elyas bang li xwendekarên Efrînê kir û wiha got: “Xwendekarên ku beşên wan di Zanîngeha Rojava de tune ye jî bila serlêdana beşên din bikin, da ku bê xwendin nemînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Ji stêrkeke li ezmanê welatê xwe veguherî rojekê û rûyê dijminan şewitand. Êdî ne tenê stêrk e, lê belê rojeke ronî ye di dilê her jineke kurd de û li ezmanê welatê xwe cih digire. Zîlan lehenga efsaneyî, Zîlana ku rêya gelê xwe ber bi azadiyê ve guherand û ber bi serkeftinên mezin ve bir. Ji Zîlanan çîroka dilsoziya welat dest pê dike. Çîroka jineke leheng ku bi agirê canê xwe veguherî sembola jinên azad û fedekar. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan Ayhan Bîlgen diyar kir ku HDP’ê li gel hemû astengiyan benda ji sedî 10 derbas kiriye û got ku encamên hilbijartinan dê hikumeta Tirkiyeyê neçar bike ku têkildarî polîtîkayên xwe yên derve û nemaze Sûriyeyê tercîhên nû bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hiqûqnasên kantona Girê Spî diyar kirin ku siyaseta Tirkiyeyê li hemberî Bakurê Sûriyeyê siyaseteke "dagirkeriyê" ye û hewl dide fiten û tevliheviyên mezhebî û etnîkî di nava pêkhateyên herêmê de derbixîne. Hiqûqnasan piştrast kirin ku Tirkiye bi dagirkeriya xwe di axa Sûriyeyê de hemû pîvan û qanûnên navnetewî binpê dike. (BI WÊNE)

ANALÎZ

- Konseya Ewlekariyê ya NY'yê roja çarşemê 27'ê Hezîranê rûniştineke li dar xist. Di rûniştinê de nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Stfan De Mistura pêşnûmeyeke derbarê rewşa mirovî li Sûriyê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir, lê qala rewşa şêniyên Efrînê yên ji ber hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê xwe li Şehbayê girtine û di şert û mercên zehmet de jiyan dikin, her wiha rewşa welatiyên li Efrînê ku rastî zulmê tên, nekir.

ANHA