Elî... Şehîdê berxwedana Eşrefiyê

Bira, kur, dost û şervan bû. Ji bo serkeftinê rêya şehîdan şopand û xwest mohra xwe li dîroka azadiyê bide û yek ji şehîdên destpêkê yên berxwedana taxa Şêxmeqsûd li eniya rizgarkirina Eşrefiyê bû. Tu carî ji şer û çekan hez nedikir û her tim aşiqê aştiyê bû.

Elî... Şehîdê berxwedana Eşrefiyê
Elî... Şehîdê berxwedana Eşrefiyê
Elî... Şehîdê berxwedana Eşrefiyê
Elî... Şehîdê berxwedana Eşrefiyê
Elî... Şehîdê berxwedana Eşrefiyê
Elî... Şehîdê berxwedana Eşrefiyê
Elî... Şehîdê berxwedana Eşrefiyê
Elî... Şehîdê berxwedana Eşrefiyê
Elî... Şehîdê berxwedana Eşrefiyê
29 hezîran, 2018   04:20

SÎLVA MISTEFA – MIHEMED EBDO / HELEB

Têkoşer Elî Hisên El-Ehmed bi nasnav Cengîz Dilşêr ji pêkhateya ereb e û li gundê Firêriyê yê girêdayî devera Cindirêsê ya kantona Efrînê di sala 1996'an de ji dayik bûye û di nava malbateke oldar û bi kevneşopiya xwe ve girîdayî de mezin dibe.

Têkoşer Elî xwedî gelek taybetmendiyên dilsoz bû ku baweriya malbat û derdora wî pê mezin bû. Elî kurê mezin ê malbatê bû ku ji bav û dayik û 4 ciwanan (Elî, Ehmed, Hafiz û Beşar) pêk dihat. Dibistana xwe ya seretayî li gundê xwe bi awayekî serkeftî qedand. Lê ji ber rewşa jiyanî ya malbatê û kêmderfetan li kantona Efrînê li rex malbata xwe koçberî taxa Benîzêd a bajarê Helebê bû.

Li bajarê Helebê  têkoşer Elî xwendina xwe ya navîn jî temam dike û bi çirûska şoreşê li bajarê Helebê û bi taybet li taxên Eşrefiyê û Benîzêd cihê xwe di nava xebatên şoreşgerî de digire. Piştî ku êrîşa hêzên rêjîmê û komên çete yên girêdayî Xalid Heyanî bi ser taxê de zêde bûn, malbat vegeriya gundê xwe Firêriyê û piştî demekê malbat careke din vegeriya Helebê û vê carê li taxa Şêxmeqsûd bi cih bû, nemaze ji ber ku taxa herî aram di bajarê Helebê de bû.

Malbat li devera Muxaberat a taxa Şêxmeqsûd bi cih bû. Li vir têkoşer Elî hin kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi rêya bapîrê xwe nas kirin. Piştî demekê têkoşer Elî cihê xwe di nava xebatên parastinê yên Asayîşê de girt.

Têkoşer Elî di nava hêzên Asayîşê de navê Cengîz Dilşêr ji xwe re wek navekî şoreşgerî hilbijart. Têkoşer Cengîz bi lehengî hemû erkên xwe di nava Asayîşê de bi rêk û pêk bi cih dianîn.

Têkoşer Cengîz Dilşêr piştî wê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêtir nas kirin û piştî ku rêgez û armancên Yekîneyên Parastina Gel/Jin nas kirin, têkoşer Cengîz Dilşêr xwest ji Asayîşê derkeve û cihê xwe di nava refên YPG'ê de bigire û wek şervanekî ji pêkhateya ereb mohra xwe li dîroka azadiyê bide.

Bira, kur, dost û şervan bû

Der barê taybetmendiyên kesayeta têkoşer Cengîz Dilşêr de bavê wî Hisên El-Ehmed axivî û wiha got: "Şehîd Elî ne tenê kurê min bû, lê belê bira û dostê min bû. Ji zaroktiya wî ve dilsoz bû. Gelek caran di rewşên dijwar de malbat bi wî dişêwirî. Şehîd Elî ji temenê xwe mezintir bû û di jiyana xwe de xwedî hişmendiyeke pêşketî bû."

Hisên El-Ehmed di berdewama axaftina xwe de got ku çeteyan carekê têkoşer Cengîz Dilşêr girt û bi dijwarî îşkence li wî kiribû, lê dîsa jî serê xwe ji wan re netewand û bi israr karibû xwe ji destên wan rizgar bike.

Hisên El-Ehmed destnîşan kir ku têkoşer Cengîz Dilşêr bi wêrekî beşdarî nava xebatên şoreşgerî bû û cihê xwe di nava YPG'ê de girt û wiha got: "Şehîd Elî şervanekî azadiyê yê rasteqîn bû û her kesekî ku ew nas kiriye bi van taybetmendiyan bi nav dike."

Ji bo serkeftinê rêya şehîdan şopand

Dayika têkoşer Cengîz Dilşêr, Leyla El-Hisên der barê kurê xwe de wiha got: "Em bi şehadeta kurê xwe serbilind in. Armanca şehîd Elî pêkanîna serkeftinê û aramî û aştiyê bû û li ser rêya azadiyê gihaşt asta şehadetê. Car bi car dema ku min didît behsa dost û hevalên xwe û rihê hevaltiyê di nava YPG'ê de dikir. Her tim behsa xewna xwe ya rizgarkirina taxên Eşrefiyê û Benîzêd dikir. Her tim ji min re digot ku wî cihê xwe di nava şervanên YPG'ê de dîtiye."

Dayik Leyla El-Hisên girêdayî êrîşên komên çete yên li dijî taxa Şêxmeqsûd axaftina xwe wiha domand: "Piştî ku komên çete û di serî de koma Xalid Heyanî di 16'ê Sibata 2016'an de êrîşî Şêxmeqsûd kir Şehîd Elî nexwest cihê xwe di eniyên paş de bigire û berê xwe da eniyên pêşîn ên berxwedanê û piştî berxwedaneke leheng di heman rojê de gihaşt asta şehadetê".

Wesiyet û gotina dawîn

Girêdayî wesiyeta têkoşer Cengîz Dilşêr de dayika wî wiha got: "Şehîd Elî beriya şehadetê bi saetekê telefonî min kir û got 'Îro şahiya me dê li taxên Eşrefiyê, Benîzêd û devera Seken Şebabî be. Xewna min dê pêk were. Lê dayê eger ez şehîd bûm, rondikan nebarîne û bi dengekî bilind tilîlî bike û li pêşiya her kesî bêje Elî şehîdê azadiya welat û gelê xwe ye." Dayikê diyar kir ku ev gotinên têkoşer Cengîz Dilşêr ên dawîn bûn.

Çeka wî li erdê nema

Piştî şehadeta têkoşer Cengîz Dilşêr her du birayên wî Ehmed û Hafiz çeka birayê xwe rakir û soza şopandina rêya şehîdan ber bi azadiyê ve da.

Ehmed El-Ehmed birayê têkoşer Cengîz Dilşêr got ku ew hezkirina welat ji birayê xwe fêr bûne û ew bêtir bi hêzên xwe yên parastinê YPG'ê, YPJ'ê û hêzên Asayîşê ve hatine girêdan û wiha anî ziman: "Em ê tu carî çeka birayê xwe li erdê nehêlin û li ser rêya azadiyê û rizgarkirina hemû gelan ji bindestiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Soz da û ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir

Têkoşer Cengîz Dilşêr tu carî ji şer û çekan hez nedikir, lê belê aşiqê aştiyê bû. Ji bo têkoşer Cengîz Dilşêr aştî û aramiya welatiyan henaseya wî bû. Her tişt bi hêsanî pêk tê, lê belê tenê azadî buhayê wê giran e.

ANHA