Ji Zîlanan ber bi Avestayan ve rêya berxwedanê

Ji stêrkeke li ezmanê welatê xwe veguherî rojekê û rûyê dijminan şewitand. Êdî ne tenê stêrk e, lê belê rojeke ronî ye di dilê her jineke kurd de û li ezmanê welatê xwe cih digire. Zîlan lehenga efsaneyî, Zîlana ku rêya gelê xwe ber bi azadiyê ve guherand û ber bi serkeftinên mezin ve bir. Ji Zîlanan çîroka dilsoziya welat dest pê dike. Çîroka jineke leheng ku bi agirê canê xwe veguherî sembola jinên azad û fedekar.

Ji Zîlanan ber bi Avestayan ve rêya berxwedanê
29 hezîran, 2018   05:02

SILAVA EBDILREHMAN / QAMIŞLO

Têkoşer Zîlan di dîroka tevgera azadiya jinên Kurdistanê de yekemîn çalakiya fedayî li dijî dijminên tirk pêk anî û bi tîpên zêrîn navê xwe di dîrokê de nivîsand û veguherî sembola pêşengiya jinên azad.

30'ê Hezîranê kir rojeke dîrokî

30'ê Hezîrana 1996'an ne rojeke normal bû, lê ji bo dijmin rojeke ji rojên dojehê bû. Di vê rojê de têkoşer Zîlan çalakiya xwe ya fedayî pêk anî da ku li hemberî êrîşên dijminahiya Tirkiyeyê yên li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê bibe bersiv. Her wiha li hemberî hewldana kuştina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1996'an de li paytexta Sûriyeyê Şamê peyameke mezin bû. Li aliyê din li hemberî hemleya artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî welatiyên kurd û kiryarên wê yên kuştin û qirkirina gelê kurd bersivek bû. Çalakiya fedayî veguherî peyamekê li hemberî hemû dijminan ku hewl didin destkeftiyên gelê kurd têk bibin û îradeya wî ya azad bişikînin.

Zîlana ku Tirkiye serobin kir, kî ye?

Zeyneb Kinaci ku bi navê Zîlan tê nasîn, jineke ciwan a 24 salî ji bajarê Meletiyê yê bakurê Kurdistanê ye. Zîlan bawernameya xwe ya beşa pîskolojiyê wergirtiye û zewicîbû. Zîlan di xwendina xwe ya zanîngehê de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike û di sala 1994'an de beşdarî gelek çalakiyên li bajarê Edeneyê dibe. Piştre biryar da ku beşdarî nava xebatên gerîla yên li wîlayeta Dêrsimê bibe û têkoşîna xwe ya çekdarî li çiyayên Kurdistanê berdewam bike. Zîlanê tu carî qebûl nedikir ku serê xwe ji desthilatdariya dewleta tirk re bitewîne, ku her tim hewl dide nasnameya gelê kurd tune bike. Lê îradeya têkoşer Zîlan bihêztir bû û tu carî teslîmkarî û stûxwarî li hemberî dijmin qebûl nekir.

Piştî salekê ji beşdarbûna Zîlanê ya nava refên gerîla ku beşdarî gelek perwerdeyên xwenaskirinê bûbû, biryar da ku çalakiyeke fedayî li dijî navendeke hêzên artêşa Tirkiyeyê li bajarê Dêrsimê di merasîma bilindkirina ala Tirkiyeyê de pêk bîne. Têkoşer Zîlan 8 kg madeyên teqemenî (TNT) li canê xwe pêçan û du bombe xistin destên xwe û li dijî leşkerên tirk çalakiya xwe pêk anî. Di encama çalakiyê de 18 efserên tirk ên payebilind hatin kuştin û 21 efserên din jî birîndar bûn.

Çalakiya fedayî ya Zîlanê tirs û xof di nava artêşa Tirkiyeyê de çand û wekî birûskekê bi ser dewleta Tirkiyeyê de hat, nemaze ji ber ku yekemîn çalakiya jinan li dijî hêzên leşkerî bû û wekî taktîkeke nû hate pênasekirin.

Zîlan ronahiyek e ku tu carî nayê vemirandin

Têkoşer Zîlan ariya canê xwe veguherand ronahiyekê û pê rêya jinên kurd ber bi azadiyê ve ronî bû. Her wiha Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji komployan rizgar kir û peyamek ji dijmin re şand ku gelê kurd tu carî teslîmkarî û stûxwariyê qebûl nake. Jinên kurd dikarin canê xwe ji ariyê veguherin pizotên agir eger paşeroja azadiya wê û berxwedana wê bi metirsiyan re rû bi rû bimîne.

Ji wê demê ve çîroka lehengiya têkoşer Zîlan li ser zimanê hemû kurdên welatparêz e û êdî dayik lehengiya wê ji keçên xwe re vedibêjin ku ev ne çîrokek e lê belê rastiyeke jinên kurd e.

Dîrok bi çîroka têkoşer Avesta re dubare dibe

Piştî Zîlanan ku çîroka xwe di dîroka berxwedana jinên kurd de nivîsand, li ser rêya wê gelek têkoşer meşiyan û ber bi azadiya xwe ve li ber xwe dan û canê xwe veguherand pireyeke ber bi azadiya jinan ve. Di nava van têkoşeran de Rêvana Kobanê û Arîn Mîrkan li Kobanê û herî dawî têkoşer Avesata Xabûr ku li hemberî tank û topên faşîzma tirk li herêma Efrînê canê xwe kir mertal.

Zelûx Hemo (Avesta Xabûr) jineke çiyayî ye û tu carî teslîmkariyê qebûl nake. Avesta Xabûr li gundê Bêlê yê navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê ji dayîk bûye û di 20 saliya xwe de bû.

Avesta Xabûr şervaneke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû û ji bo ku bi awayekî çalakiya parastina doza gelê xwe û nirxên gel li dijî hovîtiya terorîst û zîhniyeta şovenîst a dewleta tirk û hevkarên wê bike beşdarî nava Yekîneyên Antîterorê bû.

Di roja 8'emîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de di 27'ê Çileya 2018'an de li gundê Hemamê yê girêdayî devera Cindirêsê ya li nêzî sînor, piştî ku gund ji aliyê tank û balafirên Tirkiyeyê ve rastî êrîş û topbaranan hat û di aliyê bejahî de jî çeteyên girêdayî Tirkiyeyê êrîşên xwe pêk dianîn, têkoşer Avesta Xabûr bi israr rêya hevala xwe Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê şopand. Avesta Xabûr rêbaza Zîlanan li dijî tankên dijminan ku ber bi gund ve dihatin pêk anî. Têkoşer Avesta Xabûr bi bombeyên xwe yên destan ber bi tankeke Tirkiyeyê ve çû û çalakiyeke fedayî pêk anî û derket asta şehadetê.

Têkoşer Avesta Xabûr bi vê çalakiya xwe ya fedayî peyameke berxwedanê ji faşîzma Tirkiyeyê re şand ku jinên kurd dikarin li hemberî dijminan li ber xwe bidin û hemû astengiyan ji pêşiya xwe li ser rêya azadiyê rakin. Nemaze ji ber ku li ser fikra azadiya jinan mezin bûne û xwe dispêrin fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Kesên weke van têkoşeran ji giştî cîhanê re îspat kir ku jin dikarin li hemberî terorê li ber xwe bidin û li dijî dagirkeriyê tê bikoşin û ew dikarin azadiya xwe bi dest xwe ve bînin.

ANHA