ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.06.2018
22 hezîran, 2018   04:00

-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Şêniyên Girê Spî siyastên dewleta Tirk li herêmê şermezar kirin û diyar kirin ku heger Erdogan di hilbijartinan de ser bikeve, dê kêşeyên gelê Tirk û gelên din zêde bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Emîne Elîko ya Efrînî di encama êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê yên bi gazên jehrê li ser Efrînê de di nexweşî di qirika wê de çêbû. Li gorî bijîşkan Emîne li pêşberî nexweşiya kansirê rû bi rû ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li gor agahiyan hikumeta AKP’ê, bi operasyona Mertalê Firatê li ser kurdan a li Bakurê Sûriyê dabû êrîşkirin çeteyên DAIŞ û El Nûsra yên hatibûn girtin dê di Qada Parastina Medya de bide şerkirin. Hat diyarkirin ku hatiye xwestin pêşmergeyên di heremê de perwerdehiya gerîlatiyê nîşanê wan bide, lê PDK‘ê naxwazin ew bixwe şer bikin, diyar kirine ku ew dê li hemberê gerîlayê şer nekin lê ew dikarin her cure alîkariyê bidin wan.

POLÎTÎKA

- Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku komkujiya li Pirsûsê beriya hilbijartinan yek ji provokasyonên AKP’ê ye da çavê gel bitirsînin û got ku dewleta tirk ji bo ku dengê nîjadperestan hilde bi tehdît û operasyonên li ser Qendîlê dixwaze dengên AKP’ê zêde bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PORTRA

- Şehîd Egîd Gîvara bi dilsoziya xwe navdar bû û piştî beşdarî nava refên Yekîneyên Parastina Gel bû di berxwedana taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê û Berxwedana Serdemê ya Efrînê de efsaneyên dîrokî nivîsandin. (BI WÊNE)

CIWAN

- Ciwanên Girê Spî diyar kirin ku ew ji bo parastina herêmên xwe ji dagirkeriya Trik amade ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Ji bo parastina hawirdorê, Buroya Hawirdor a Şaredaiya Gel a El-Hemrat dest bi xebatên çaksazkirina parkên herêmê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSAY

- Dewleta tirk ku Erdogan xwe pê serbilind dike, li ser asta aborî, leşkerî û siyasî dewleteke neteweyî ye. Dewleta tirk di encama siyasetên şaş ên Erdogan de deriyên li pêşiya xwe digire. Ji ber vê yekê hilbijartinên pêşwext ragihandin. Di nêrîna Erdogan de ev yek dê wî xilas bike lê rewşa heyî berovajî ye. (BI WÊNE)

ANHA