Bagera Cizîrê: Gundê Zîba hate rizgarkirin

Şervanên Bagera Cizîrê gundê Zîba yê ku 6 km dûrî sînorê Iraqê dikeve ji çeteyan rizgar kirin.

Bagera Cizîrê: Gundê Zîba hate rizgarkirin
Bagera Cizîrê: Gundê Zîba hate rizgarkirin
Bagera Cizîrê: Gundê Zîba hate rizgarkirin
Bagera Cizîrê: Gundê Zîba hate rizgarkirin
21 hezîran, 2018   18:54

EHMED SEMÎR / HESEKÊ

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, piştî rizgarkirina bajaroka Dişîşe 2 km ber bi sînorê Iraqê ve pêş de çûn. Şervanan piştî şerên dijwar, di saetên ber êvarî de, gundê Zîba ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Bi vê yekê şervanan 6 km nêzî sînorê Iraqê bûne.

Derbarê pêşveçûnên pêngavê de, şervanê QSD‘ê Orkêş Çiya ev agahî da, "Di 14 rojên pêngavê de, me bajarokê Dişîşayê rizgar kirin, em niha li gundê Zîba ne, em ê hewl didin herêmê ji bermahiyên şer û mayînan paqij bikin da ku şênî vegerin."

Orkêş Çiy, her wiha got, " Em li vir şer dikin da ku gelê xwe ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bikin, 6 km maye da ku em bighêjin sînorê Iraqê."

Şervanên QSD‘ê ji destpêka qonaxa duyemîn a pêngavê de dirêjahiya 30 km ku di nav de gund û bi dehan mezre, her wiha bajaroka Dişîşa rizgar kirin.

(bb)

ANHA