Di destan de çek û dahol, li eniyên pêş şervanek; Egîd Gîvara

Şehîd Egîd Gîvara bi dilsoziya xwe navdar bû û piştî beşdarî nava refên Yekîneyên Parastina Gel bû di berxwedana taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê û Berxwedana Serdemê ya Efrînê de efsaneyên dîrokî nivîsandin.

Di destan de çek û dahol, li eniyên pêş şervanek; Egîd Gîvara
Di destan de çek û dahol, li eniyên pêş şervanek; Egîd Gîvara
Di destan de çek û dahol, li eniyên pêş şervanek; Egîd Gîvara
Di destan de çek û dahol, li eniyên pêş şervanek; Egîd Gîvara
Di destan de çek û dahol, li eniyên pêş şervanek; Egîd Gîvara
Di destan de çek û dahol, li eniyên pêş şervanek; Egîd Gîvara
Di destan de çek û dahol, li eniyên pêş şervanek; Egîd Gîvara
Di destan de çek û dahol, li eniyên pêş şervanek; Egîd Gîvara
Di destan de çek û dahol, li eniyên pêş şervanek; Egîd Gîvara
22 hezîran, 2018   04:35

ROZANA DEDO / HELEB

Têkoşer Egîd Gîvara; navê rast Ehmed Mihemed Bîlal e û li gundê Elîcaro yê girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ji dayîk bûye, di nava malbateke welatparêz de ku ji 7 endaman pêk tê, mezin dibe û dibistana xwe ya seretayî li taxa Şêxmeqsûd bi dawî dike.

Têkoşer Egîd Gîvara ji zaroktiya xwe ve barê malbatê girt ser milên xwe û di encamê de neçar ma dest ji xwendina xwe berde û di fabrîkayeke çêkirin û sererastkirina madenan de dixebite. Di 15 saliya wî de bavê wî koça dawîn dike û barê wî girantir dibe.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re têkoşer Egîd Gîvara bi israr beşdarî nava xebatên parastina taxê dibe û piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate avakirin tavilê cihê xwe di nava refên wê de girt. Têkoşer Egîd Gîvara cihê xwe di hemû eniyên berxwedanê yên taxê de li dijî komên çete girt û gelek caran di encama şer û pevçûnan de birîndar dibe. Piştî ku birînên xwe derman dike careke din vedigere eniyên berxwedanê.

Bi çek û dahola xwe şerê çeteyan li eniyên pêşîn kir

Ne tenê çeka têkoşer Egîd Gîvara tirs û xof xistibû dilê dijminan, lê belê dengê daholê ku wî lê dida komên çete tevlihev dikirin û çete bi dengê çek û dahola têkoşer Egîd û stranên şoreşgerî ji ser hişên xwe diçûn. Têkoşer Egîd Gîvara bi vê helwesta xwe xwest peyama berxwedanê ji komên çete re bişîne.

Têkoşer Egîd Gîvara bi çalakbûn û rihê xwe yê fedekar tu carî tirs nas nedikir. Her wiha bi rûkeniya xwe navdar bû. Hevalên wî jê re "Lampî" digotin û her kesî bi vî navî ew nas dikir.

Têkiliya têkoşer Egîd Gîvara bi dost û hevalên xwe re wateya rasteqîn a dostaniyê şîrove dikir. Vê têkliyê mohra xwe li dostaniya hemû hevalan kir ku tu carî nayê jibîrkirin.

Têkoşer Egîd Gîvara di nava hevalên xwe de bi morala xwe ya bilind dihat nasîn û her tim wiha digot: "Divê mirov tu carî bê hêvî nebe û divê bi moraleke bilind tev bigere û li dijî dijminan bi dost û hevalên xwe ve girêdayî bimîne."

Bi şehadeta kurê xwe serbilind e

Şervanê YPG'ê Mêrxaz Efrîn ku yek ji hevalên têkoşer Egîd Gîvara bû, diyar kir ku têkiliya di navbera wan de beriya ku beşdarî nava YPG'ê bibin bû û wiha got: "Me di heman eniyên berxwedanê de li dijî komên çete şer kir. Şehadeta Egîd Gîvara ziyaneke mezin e. Bi rûkeniya xwe tirs û xof dixist dilê dijminan û me hemûyan moral jê digirt."

Têkoşer Egîd Gîvara di 7 salên xwe yên têkoşînê de li eniyên berxwedanê efsaneyên dîrokî li ser rêya azadiyê nivîsandin û car bi car digot mirov bê welat nikare bi rûmet bijî û parastina welat wek erkeke xwe didît.

Têkoşer Egîd Gîvara di berxwedana serdemê ya Efrînê de jî bi lehengî cihê xwe girt û beşdarî eniyên berxwedanê yên Cindirêsê bû û di 2'yê Sibata 2018'an de beşdarî nava refên şehîdên azadiyê bû.

Xizm û cîranên têkoşer Egîd Gîvara behsa kesayeta wî kir û diyar kir ku ew bi dilsozî û fedakariya xwe navdar bû.

Daika têkoşer Egîd Gîvara, Fexriyê Reşîd Mihemed diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got ku kurê wê erka parastina welat di ser malbatê re girt û di parastina axa welatê xwe de fedakar bû.

Dayika têkoşer Fexriyê destnîşan kir ku kurê wê Ehmed bav û birayê malbatê bû û hemû xwişk û birayên wî dilaramî jê werdigirt û hemû pêdiviyên malbatê peyda dikirin. Şehadeta wî ji bo malbatê ziyaneke mezin bû û wiha got: "Nûçeya şehadeta Ehmed wekî birûskekê li dilê min da."

Fexriyê diyar kir ku parastina axa welat erka hemû welatiyan e û piştrast kir ku ew tu carî stûxariyê qebûl nakin û dê têkoşîna xwe heta azadiyê û serkeftinê berdewam bikin û dê li ser xeta têkoşer Egîd Gîvara xebatên xwe berdewam bikin.

ANHA