ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.06.2018
21 hezîran, 2018   04:00

-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Li aliyê başûr ê gundewarên bajarê Hesekê piştî ku şervanan şênî ji zilmê rizgar kirin û tiştê ji aliyê çeteyan ve li jnan hatibûn ferzkirin rakirin, jiyan hêdî hêdî asan dibe û piştî ku her tişt bûbû bi rengê reş niha jî reng li jiyanê vedigere. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Çeteyê Mertala Firatê ya girêdayî Artêşa Tirk ku beranberî pereyan amadekariya êrîşan li dijî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikir, hate girtin. Çeteyê behsa mijarê da zanîn ku Artêşa Tirk dixwaze di riya çeteyan de li Minbicê tevlîheviyan pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Şopandina Dibistanan a navçeya Til Hemîsê yê girêdayî Kantona Qamişlo, bi armanca xurtkirina şarezayên mamosteyan li 3'ê navendan dewreyên perwerdê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Salih Gedo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî vîna gelê kurd êrîşî Bakur û Başûrê Kurdistanê dike, tehdîdan jî li rojavayê Kurdistanê dike, ev êrîş û tehdît ji hev ne qut in û armanca wan şikandina vîna gelê kurd e û Li dijî wan êrîşan pêwîst e dewletên navneteweyî êdî ji Erdogan re bibêjin êdî bese. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Çiyayê Kizwanan ji ber kêmderfetan û tunebûna alavan nikare projeyên xwe pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên navçeya Eyn Îsa û gund û bajarokên derdorê berê xwe didin bazara Eyn Îsa û hemû pêdiviyên xwe ji vê bazarê peyda dikin. Nemaze ji ber rewşa ewlehî û aramiyê li herêmê bazara Eyn Îsa jî geşbûneke aborî jiyan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Saziya avê ya bajarok El-Cerniyê ya girêdayî Şaredariya Gel a herêma Tebqayê piştî ku dînemoyên avê yên sereke li gundên Tawî û Tenêra xirab bûn, avê bi rêbazên din dighîne şêniyan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî ku bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, sotemenî pir erzan bû. Vê yekê jî bandora xwe bi awayekî erênî li şêniyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Erdogan di destwerdana xwe ya dewletên cîran de xwe dispêre gotineke Ataturk a ji saziyên hevpeymana niştimanî ya sala 1920'an: “Sînorên neteweya me, ji başûrê kendava Îskenderûnê, ji Antakya û başûrê pira Cerablusê û îstasyona rêya hesin û başûrê Helebê û piştre bi çemê Firatê re ber bi başûr ve diçe û Dêrazorê digire nava xwe û piştre ber bi rojhilat ve diçe û Mûsil, Kerkûk û Silêmaniyê digire nava xwe.” (BI WÊNE)

ANHA