Salvegera rizgarkirina Girê Spî bi şahiyekê hate pîrozkirin

Şêniyên Kantona Girê Spî li qada Meclîsa Sivîl a bajêr bi şahiyekê salvegera 3'yemîn a rizgarkirina Girê Spî pîroz kirin.

Salvegera rizgarkirina Girê Spî bi şahiyekê hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina Girê Spî bi şahiyekê hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina Girê Spî bi şahiyekê hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina Girê Spî bi şahiyekê hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina Girê Spî bi şahiyekê hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina Girê Spî bi şahiyekê hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina Girê Spî bi şahiyekê hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina Girê Spî bi şahiyekê hate pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina Girê Spî bi şahiyekê hate pîrozkirin
20 hezîran, 2018   19:34

GIRÊ SPÎ

Sedan şêniyên Girê Spî û navçeyên ( Eyn Îsa, Silûk) ji bo pîrozkirina 3'yemîn salvegera rizgarkirina bajêr li qada meclîsê ya Girê Spî ku bi pankartên şehîdan û alên YPG'ê YPJ'ê û hêzên QSD'ê hati bû xemlandin, kom bûn.

Şandeya Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê tevlî şahiyê bû.

Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin.

Şêwirmendê Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Xelîl Ebdulkerîm axivî û spasiya hemî hêzên ku herêm rizgar kirine kir.

Ebdulkerîn di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku bi saya xwîna şehîdan û bi vîna jina azad jiyaneke bi rûmet û aram dijîn û ji bo bi dawîkirina aloziya Sûriyeyê banga danûstandinê li hemî pêkhateyên Sûriyeyê kir.

Ji aliyê xwe ve Fermendarê YPG'ê Ebo Mezlûm jî got:" Em bostek axa welatê xwe bernadin û heta rizgarkirina tevahiya Sûriyeyê ji DAIŞ‘ê em ê tekoşîn bikin".

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim bang li hemû pêkhateyên herêma Girê Spî kir ku beşdarî avakirina civakeke demokratîk û hevbeş bibin û ji bo yekîtiya Sûriyeyê, li dora saziyên xwe yên sivîl, leşkerî û siyasî kom bibin û li hember planên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bisekinin.

Her wiha endamê Partiya Sûriyaya Pêşerojê Kedîm Ibrahîm  salvegera rizgarkirina herêmê li şêniyan pîroz kir û bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir ki ji bo yekîtiya Sûriyeyê hemî tevlî danûstandinan bibin.

Piştî bi dawîbûna axaftinan, komên çand û huner ên bajêr şanoyek bi navê (Biratiya Gelan) pêşkeş kirin. Her wiha şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên koma Metîn Ronahî bi dawî bû.

(şx)

ANHA