Ebadî: Li dijî PKK’ê me bi Tirkan re li hev nekiriye

Serokwezîrê Iraqê Ebadî, piştî civîna bi desteya wezîran re daxuyaniyek da û got: “Koordînasyoneke me ya têkildarî operasyoneke li ser sînor a bi Tirkiyeyê re nîne.”

Ebadî: Li dijî PKK’ê me bi Tirkan re li hev nekiriye
20 hezîran, 2018   19:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Ebadî yê piştî civaîna bi Destaya Wezîran a Iraqê re kir û şûnde têkildarî  êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û got: “Koordînasyoneke me ya têkildarî operasyoneke li ser sînor a bi Tirkiyeyê re nîne.”

Ebadî bibîr xist ku divê Tirkiyê rêz ji serweriya Iraqê re bigire û wiha got: “Em girêdayî Destûra Bingehîn a Iraqê ne. Bi taybet PKK jî di nav de em rê nadin di nava xaka Iraqê de çalakiyeke leşkerî pêk were. Ji ber ku PKK ne hêzeke ya Iraqê ye. Di heman demê de em dixwazin Tirkiyê rêz ji serweriya Iraqê re bigire”