ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.05.2018
24 gulan, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Li Akademiya Şehîd Feyse Ebû Leyla ya QSD‘ê dewreyeke perwerdeyê bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Partiya Sûriyeya Pêşerojê derbarê geşedanên dawî civînekê li avahiya Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic li dar dixe. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Fermandariya QSD'ê Şêrgo Hesekê diyar kir ku hêzên wan di paqijkirina rojhilatê Firatê de ji çeteyên DAIŞ'ê xebatên xwe berdewam dike û got ku piştî ku rizgarkirina devera El-Dişêşa ya sînorî were bi dawî bibe, hêzên wan dê dest bi rizgarkirina bajaroka El-Hecîn a stratejîk bikin û dê giştî rojhilatê çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- ANHA‘yê navên bi dehan kesên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin û kuştin belge kir. (BI WÊNE)

- Kurekî wê li ser destên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker şehîd bû, kurê wê yê din jî di sala 2015'an de hate revandin û hêjî agahî di derbarê wî de nehatine wergirtin, kurê wê yê sêyemîn jî di pevçûnên parastina taxa Şêxmeqsûd de şehîd bû. Niha jî li kantona Şehba li ber xwe dide û hêvî dike vegere gundê xwe Qestel Cindo yê navçeya Şera ya Efrînê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ev bêtirî sal û nîvekê ye bajarê Reqa ji destên çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin, lê hêjî wêneyên rojên reş ên serdema DAIŞ'ê di mijiyê welatiyan de daliqîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hejmarek welatiyên navçeya Til Koçer gotin ku ramanê Abdullah Ocalan  di nava çar dîwaran de sînordar nema, li tevahî cîhanê belav bû û tecrîda li ser Ocalan bi sûcekî li dijî tevahî mirovahiyê wesif kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Berdevkê Fermî yê MSD (Buroya Helebê) Yehya Ebû El-Bera diyar kir ku avakirina nuqteyên çavdêriyên li herêma Raşidîn ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ti armancên wê yên dirust nînin, lê ji bo topbarankirina sivîlan e. Ebû El-Bera got ku armanca topbarana li ser taxa Şêxmeqsûd şikandina îradeya gelan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê nexweşxaneya Tebqa El-Wetenî duyemîn mezintirîn nexweşxaneyên Sûriyeyê û ya yekemîn li ser asta Bakurê Sûriyeyê ji nû ve vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya navçeya Şerqî ya bajarê Hesekê, pirsgirêka qarbalexa trafîkî ya li riya giştî ya taxa Miftî çareser dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li bajarê Helebê di encamên tedbîrên ku Komîteya Zimhêrê û Çavdêriyê girtine de, buhayên madeyê erzan bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA