'Em ê berê xwe bidin El-Hecîn'

Endamê Fermandariya QSD'ê Şêrgo Hesekê diyar kir ku hêzên wan di paqijkirina rojhilatê Firatê de ji çeteyên DAIŞ'ê xebatên xwe berdewam dike û got ku piştî ku rizgarkirina devera El-Dişêşa ya sînorî were bi dawî bibe, hêzên wan dê dest bi rizgarkirina bajaroka El-Hecîn a stratejîk bikin û dê giştî rojhilatê çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin.

'Em ê berê xwe bidin El-Hecîn'
24 gulan, 2018   04:15

AZAD SEFO – NEJBÎR OSMAN / DÊRAZOR

Endamê Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şêrgo Hesekê ji ajansa me ANHA'yê re da xuyakirin ku QSD'ê piştî ku rizgarkirina devera El-Dişêşa ya sînorî bi dawî bibe, hêzên wan dê dest bi rizgarkirina bajaroka El-Hecîn a stratejîk bikin.

Şêrgo got ku tîmên paqijkirina mayînan a girêdayî QSD'ê duh devera Birc ji mayînên DAIŞ'ê paqij kirin û dê giştî rojhilatê çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bike. Şêrgo di axaftina xwe de destnîşan kir ku hêzên taybet ên girêdayî QSD'ê xebatên xwe ji bo parastina sivîlan berdewam dikin. Bi taybet li bajaroka El-Hecîn û derdora wê da ku ji aliyê çeteyan ve weke mertalên zindî neyên bikaranîn.

Şêrgo di berdewama axaftina xwe de got ku bi sedan welatiyên sivîl ên bajaroka El-Hecîn rojane berê xwe didin herêmên rizgarkirî yên di bin serweriya QSD'ê de ne û wiha domand: "Çeteyên DAIŞ'ê welatiyên ku hewl didin ji bin dagirkeriya wan birevin armanc digirin. Ji ber vê yekê welatî bi dijwarî ji van deveran direvin."

Li ser pirsa îdîayên ku hin dezgehên çapemeniyê belav kirine ku di navbera QSD'ê û hêzên rêjîmê de pevçûn rûda ne de Şêrgo wiha got: "Li vê deverê ti şer û pevçûn di navbera hêzên me û hêzên rêjîmê de rûneda ne. Hin alî hewl didin bi riya belavkirina van derewan tevliheviyê derbixînin û aramiya li herêmê têk bibin."

(jh)

ANHA