Cenazeyê Adil Murad sibe li Silêmaniyê tê oxirkirin

Hate ragihandin ku wê sibe cenazeyê Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Adil Murad ji Elmanya derbasî Herêma Kurdistanê bibe.

Cenazeyê Adil Murad sibe li Silêmaniyê tê oxirkirin
23 gulan, 2018   18:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Roja şandina cenazeyê Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Adil Murad a ji Elmanya ber bi Herêma Kurdistanê ve hate guhertin. Ji berî niha hatibû ragihandin ku wê roja Înê cenaze derbasî Herêma Kurdistanê bibe, lê medya YNK'ê ragihand ku wê cenazeyê Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Adil Murad sibe bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê di saet 09:00'an de bigihe Silêmaniyê.

Li gorî PUKmedia, wê vê êvarê cenaze ji Elmanya ber bi Bexda ve bi rê bikeve û wê sibe jî ji Bexda ber bi Silêmaniyê bi rê bikeve.

Merasîma oxirkirina Adil Murad wiha ye,

Di saet 09:00'an de li Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê wê merasîma pêşwazîkirina Adil Murad destpê bike. Di heman rojê de wê cenazeyê Adil Murad li Girê Selîm Beg ê Silêmaniyê were veşartin.

Roja Înê dê li Mizgefta Ehmed Hacî Elî ya Silêmaniyê taziye were danîn.

Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Adil Murad ku yek ji damezrênerên YNK’ê ye di 18'ê Gulanê de li nexweşxaneyekî Elmanya ku dihat dermankirin, di 69 saliya xwe de koça dawî kir.

Adil Murad di 11’ê Kanûna 1949’ê de li navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyala jidayik bû û beşa Kîmya li Zanîngeha Bexda temam kir. Ji temenê 16 saliyê ve dest bi siyasetê kiriye û di sala 1975’ê de yek ji damêzrênerên YNK’ê ye.