Êzidî: Divê hilbijartinên Iraqê bidawîbûna fermanan misoger bike

Êzidiyên Tirbespiyê hêvî kirin ku hilbijartinên Iraqê bibe derfet ku komployên li dijî gelê Êzidî bi dawî bibin. Her wiha bang li gelê Başûrê Kurdistanê û Şengalê kirin ku dengê xwe bikin yek.

Êzidî: Divê hilbijartinên Iraqê bidawîbûna fermanan misoger bike
10 gulan, 2018   05:30

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna hilbijartinên parlemenoya Iraqê, welatiyên Êzidî yên navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo nêrînên xwe bi ANHA′yê re parve kirin. 

Berzan Silo da zanîn ku gelê Kurd her dem ji aliyê dijminên Kurdan ve tên hedefgirtin û wiha got, ″Tevî hemû komployên dijmin, Kurdên Başûrê Kurdistanê nebûn yek. Hêviya min ew e ku Kurdên Başûr û Şengalê bi yek dengî beşdarî hilbijartinên parlementoya Iraqê bibin, da ev hilbijartin bibe derfet ku komployên li dijî gelê Êzidî bi dawî bibin.″

Zozan Şemo jî hêvî kir ku Kurdên Başûr nakokî û berjewendiyên xwe yên partîtiyê bidin aliyekî û wisa beşdarî hilbijartinan bibin. Zozan wiha domand, ″Divê ev hilbijartin bibin destpêka yekîtiya gelê Kurd. Divê gelê Êzidî jî fermana 2014′an ji bîr nekin, nûnerên ku bikaribin dengê wan bigihînin cîhanê û mafên wan biparêzin hilbijêrin.″

Kadar Asî jî bang li tevahî gelê Kurd kir ku di hilbjartinan de piştgiriyê bidin gelê Êzidî, da ev hilbijartin bibin destpêka yekîtî û misogerkirina mafên gelê Kurd.

Tê payîn ku dê hilbijartinên parlementoya Iraqê 12′ê Gulana 2018′an de bêne lidarxistin. 

(mm)

ANHA