Salek piştî rizgarkirina Tebqa - 3

Jina Tebqayê piştî rizgarkirina Tebqayê rê da ku ber bi azadiyê ve gav bavêje. Ev firset nirxandin, xwe birêxistin kir û niha jî têdikoşe.

 Salek piştî rizgarkirina Tebqa - 3
 Salek piştî rizgarkirina Tebqa - 3
 Salek piştî rizgarkirina Tebqa - 3
 Salek piştî rizgarkirina Tebqa - 3
 Salek piştî rizgarkirina Tebqa - 3
 Salek piştî rizgarkirina Tebqa - 3
10 gulan, 2018   05:07

Bi pêşengtiya jinê gavên girîng hatin avêtin

ABDULREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Li herêma Tebqa hinek jin mîna Henai û Fatma li hemberî dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe dan, hinek dayîkan jî ji bo parastina welat zarokên xwe fedayî welat kirin û niha jî piştî ku Tebqa rizgar bû gava yekemîn jin avêt xwe birêxistinkirin bû û Meclîsa Jin a herêma Tebqayê avakirin.

Xebatên bîrdozî

Rêveberiya Meclîsa Jin Duha Xelîfe diyar kir ku piştî meclîsê jin 19`ê Tîrmeha 2017`an hat avakirin wan 5 komîte avakiirn. Ev her 5 komîte xebatên perwerde yên jin birêxistin kirin. Li kêleka vekirina dewreyên perwerde semîner hatin birêxistinkirin. Her wiha di çareserkirina pirsgirêkên malbatî jin bi tenê nehiştin û aliyê manewî û piskolojîk de bi jinan re bûn alîkar.

Li gel saziyên dîtir jî bûn alîkar

Meclîsa Jin a Tebqayê jin, ciwan û civak ji hevdû qutnekir û tevlî hemleyên paqijkirina ekolojî û dar çandine bû. Her wiha li gel endamên Yekîtiya Jinên Ciwan tevlî hemleya `Serî Hilde` bû.

Sîstema Hevserokatiyê da rûniştandin

Li Tebqayê yek ji aliyên ku jin tê de têkoşîn da meşandin, rûniştandina sîstema Hevserokatiyê bû. Sîstema Hevserokatiyê ji aliyê mêr û civakê ve zûbizû nayê pejirandin. Jin li Tebqayê ji bo vê sîstemê bide rûniştandin, di nava têkoşînekê de ye.

Di Meclîsa Zagonsaz û Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê de Hevserokatiyê dike. Her wiha di komîteyên Tendurûstî, perwerde, şaredarî û parastine û hemû desteyên weke desteya aborî û siyasî heyanî desteya Dada Civakî Hevserokatiyê dike.

Xebatên parastinê dike

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emanî El-Selîb anî ziman ku dibe tevlîbûna jin bi saziyên sivîl re sînordar nemîne û ew di saziyên leşkerî de tevlîbûna xwe zêdetir bike. Ew jî ji her alî ve parastina civaka xwe bike.

12`ê cotmehê 2018`an yekemîn tabûra leşkerî ya jin bi navê `Tabûra Şehîd Hebûn` hat avakirin.

Piştî ku jin di dewreyên perwerde re derbas bû navendên xwe yên ewlehiyê vekirin.

Jin erka xwe pêk tîne

Jin bi salan li hemberî hejartî, xemgînî û tadê li ber xwe da, birçîbûna xwe bi nanê tisî derbas kir, radestî hejartiyê nebû û çandinî kir.

Li Tebqayê jin erka xwe ya welatperwerî bêkisûr pêktanî. Li hemberî kiryarên dagirkeran rabû xwepêşandanê, gelê Efrîne jî bi tenê nehiştin û tevlî çalakiya kon vedanê û girava birçîbûne bûn. Her wiha ji bo gelê Efrîne yên neçarî koçberiyê man alîkarî kom kirin.

Salek li ser rizgarkirina Tebqayê re derbas bû û jin di vê salê de dikarîbû rengê xwe di nava civaka Tebqayê de diyar bike û xwe birêxistin bike.

 (np)

ANHA