Tirkiyê ji bûyerên Babê sûdê werdigire… Demografiya Efrînê tê guhertin - 2

Dagirkerî, binpêkirin, polîtîkeyên qirêj peyvên li ser zimanê her şêniyek ji herêmên Şehba yên dagikirî û bi taybet bajarê Babê û gundewarên wê têne dûbarekirin. Pevçûnên domdar di navbera girûpên li wan herêman de li gel bêdengiyekê ji aliyê Tirkan ve pêk tê. Ev yek diyar dike ku planên nû yên Tirkiyê li ser herêmê hene, ji van planan guheretina demografiya Efrînê ye.

Tirkiyê ji bûyerên Babê sûdê werdigire… Demografiya Efrînê tê guhertin - 2
10 gulan, 2018   05:54

ROJ MÛSA / NAVENDA NÛÇEYAN

Di dosya duyem de em ê bal bikişînin ser planên veşartî yên dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk komên çete li hember hev dide şerkirin da li herêmê bigihêje armancên xwe. 

Li Babê şerê di navbera Ehrar El-Şerqiye, Al Wakî û Hemze de

Li gorî çavkaniyeke herêmî ji bajarê Babê, Hefteya borî li nêzî bajarê Babê şerekî dijwar di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û Hemze de rû da û çekên giran hatin bikaranîn. Her wiha malbata Al Wakî jî du çeteyên Ehrar El-Şerqiye hedef girtin, ev yek bû sedem li navenda bajarê Babê şerekî dijwar di navbera Ehrar El-Şerqiye û Al Wakî de rû bide. Her wiha Ehrar El-Şerqiye taxên Al Wakî û Rai yên bajarê Babê dorpêç kirin û bi hawanan topbaran kirin.

Çavkaniyê diyar kir ku şerê li herêmê bi dijwarî didome, hejmara kuştî û birîndarên herdû aliyan zêde dibe. Li aliyekî din jî gelê Babê li dijî kiryarên Ehrar El-Şerqiye û êrîşa serçeteyê Ehrar El-Şerqiye (Yaba) ya li dijî kadroyê tenduristiyê ya nexweşxaneya Hikme nerazîbûn nîşan dan. Serçete Yaba ji aliyê gelê Babê ve hat girtin û li pêşiya girseya gel dest û lingên wî hatin girêdan. 

Artêşa Tirk sivîlan dike hedef û ragihandinê bi kar tîne

Dema ku rewşa Babê ket rojevê de, ragihandina Tirk ev yek li gorî berjewendiyên xwe bi kar anî û bi riya komên çete planên xwe dimeşîne. Di vê çarçoveyê de piştî ku Yaba êrîşa kadroyên tenduristiyê yê nexweşxaneya Hikme ya Babê kir, çeteyên Hemze daxuyanî da û got ku tu têkîliya wan bi serçeteyê Ehrar El-Şerqiye Yaba nîne. Lê Yaba bi dehan erebeyên gelê Efrînê dizîne û di operasyona Mertala Firatê de, bi dehan sivîl direvandin û pere ji malbatên wan dixwestin. Gelo çima li ser van kiryaran hesab jê nehat xwestin. Wisa xuya ye ku di dema dewleta Tirk amadekariya Ehrar El-Şerqiye dike de, çeteyên Hemze hewl li pêşiya gelê Babê xwe baş nîşan bide.  

Çalakiyên gelê Babê yên ji bo şermezarkirina kiryarên Yaba rastî gulebarana artêşa Tirk a dagirker hat. Ev bûyer tîne bîra mirov ku çawa rêjîma Baas sala 2011′an êrîşî çalakiyên aştiyane yên li gelê Sûriyeyê dikir. 

Tirkiye dixwaze sînaryoya Lîwa Iskenderon dubare bike

Artêşa Tirk a dagirker destwerdana şerê di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û malbata Al Wakî de nekir, ji ber ku gel li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistibû û siyasetên Tirkiyeyê şermezar kiribû. Li aliyekî din jî da kîna gel li hember komên çete zêde bibe û Tirkiye rola rizgarkirina gel ji komên çete bilîze. Bi vê yekê xuya dibe ku her çiqas şerê di navbera Ehrar El-Şerqiye û Al Wakî de bidome, bêhtir xizmeta dewleta Tirk dike ku herêmên Bab, Cerablus, Bari û Efrînê bi ser axa Tirkiyeyê de berde.  

Şerê bi vî rengî zemîna jinûve avakirina Heyet Tehrîr El-Şam li gundewarên bakurê Helebê, ava dike, her wiha hincetek ji Rûsya û Îranê çêdibe ku êrîşî gundewarên bakurê Helebê bikin.  

Beriya çend rojan dîmenek hat belavkirin, di dîmen de girûpekê rûyê xwe girtibû û bi riya dauxyaniyekê digotin ku ew girêdayî opozisyona Sûrî ne. Her wiha gef li komên çete xwarin ku ew ê serçeteyên wan bikujin eger ku kiryarên hovane bidomînin. Bi vê gavê dewleta Tirk dixwaze ji nerazîbûna gelê Babê ya li dijî komên çete sûd werbigire. 

Cîhan li hember guhertina demografiya Efrînê bêdeng e 

Tirkiye herî zêde ji bûyerên li Babê diqewimin sûdê werdigire. Ev yek encama têkîliyên dewleta Tirk bi hêzên opozisyonê û dewletên cîran re, di dema nêzîkbûna hilbijartinên pêşwext de. Sûdên ku dê Tirkiye ji hilbijartinên pêşwext (ku dê 42′ê Hezîranê bêne lidarxistin) werbigire ev in: 

-Tasfiyekirina çeteyên Ehrar El-Şerqiye ji aliyê komên çeteyên din de. Bi vê yekê dê Tirkiye hebûna komên çete yên Sunî yên herî xurt ên li beramberî çeteyên Tirkmen ji holê rake.  

-Dê Tirkiye bi riya ragihandina siyaseta guhertina demografiya Efrînê veşêre û bala dezegehên çapemeniyê yên herêmî û cîhanî bikişîne ser şerê Babê yê di navbera komên çete de. Ev yek dihêle ku Tirkiye bi azadî kiryarên kuştin û revandina gelê Efrînê, her wiha demografiya herêmê biguhere. Di rojên pêş de dê şêniyên gundewarên bakurê Humsê (Resten û herêmên derdorê) ber bi Efrînê ve bêne rêkirin. 

-Dê rewşa gundewarên bakurê Helebê her ne bi ewle be. Tirkiye heman siyaset li Babê da meşandin û komên çete yên Nusra û Zenkî li hember hev didan şerkirin. Vê yekê hişt ku gel ber bi Tirkiyê ve koç bike û hejmara welatiyên ku ji aliyê leşkerên Tirk ên li ser sînor ve zêde bibe. Di vê rewşê de dê gel berê xwe bide Efrînê. Amadekirina otobusan li herêma Şêbran a nêzî Babê vê planê eşkere dike. 

-Şerê di navbera komên çete de binesaziya herêmê derb dike û dê rastî nerazîbûneke mezin a gel were. Piştre dê Tirkiye destwerdan bike, rola rizgarkirina gel bilîze, da gel qebûl bike ku herêmên dagirkirî bi ser axa Tirkiyeyê de bêne berdan. 

Komên çete yên dibe ku dewleta Tirk wan tasfiye bike ev in ″Ehrar El-Şerqiye,Siqûr El-Cebel, Ehrar El-Xab, Siwar El-Xûta, Lîwa Ehrar Sûriya, Lîwa Şuheda Bedir, El-Ceyş El-Wetenî, Tugayên Siqûr El-Şam, Ceyş El-Muhacirîn, Ceyş El-Islam, Ceyş El-Mucahidîn, tabûrên Ebû Emara, koma Festeqim kema Umêrt, koma 16, Ceyş El-Sune û ketîba 11″. 

Komên çeteyên ku dê hêza wan bê lawazkirin, da tevahî herêmên Idlib, Efrîn û gundewarên Bakurê Helebê bikevin bin serweriya Tirkiyê de ″komên çete yên Tirkmen û çeteyên Kurd (Sultan Murad, Sultan Mihemed El-Fatih, Hemze, Lîwa Silêman Şah, Ehrar El-Şam, Heyet Tehrîr El-Şam, Lîwa Siwar El-Kurd, Ketîba Selahedîn Eyûbî, Hereket Qiyam, Hereket Nûredîn Zenkî, tûgayên Tirkmen û ketîbeyên Baz ên Îslamî).

(mm)

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>