Sersaxî ji malbata Xalid Kûtê re hat xwestin

Bi sedan şêniyên Kantona Girê Spî sersaxî ji malbata Endamê Meclîsa Giştî ya PYD′ê Xalid Kûtê ku di encama teqîna mayînekê de şehîd bûye re, xwestin.  

Sersaxî ji malbata Xalid Kûtê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata Xalid Kûtê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata Xalid Kûtê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata Xalid Kûtê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata Xalid Kûtê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata Xalid Kûtê re hat xwestin
3 gulan, 2018   13:26

GIRÊ SPÎ

Di serdana sersaxiyê de, Hevserokê Rêveberiya Xweser a Girê Spî Hemdan El-Ebid, Hevserokê Komîteya Têkîliyên Dîplomatîk a TEV-DEM′ê ya Kantona Cizîrê Ebdulselam Ehmed, Berdevkê PYD′ê Ciwan Mustefa, nûnerên Kantona Girê Spî, Kongreya Star û TEV-DEM′ê amade bûn. 

Di serdanê de Ebdulselam Ehmed, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelîl Mustefa û Endama Kongreya Star Fadiya Hec Şerîf axivîn. 

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û bal hat kişandin ser têkoşîna wî di avakirina civaka azad û demokratîk de.  Di dawiyê de soza şopandina riya cangoriyên azadiyê hat dayîn. 

Serdanên konê sersaxiyê didomin.  

(mm)

ANHA