Navenda Meclîsa Ciwanên Tebqa hate vekirin

Meclîsa Ciwanên Tebqayê îro li bajarê Tebqayê navenda meclîsa xwe bi navê "Şehîd Hanî El-Eîs bi merasîmekê vekir.

Navenda Meclîsa Ciwanên Tebqa hate vekirin
Navenda Meclîsa Ciwanên Tebqa hate vekirin
Navenda Meclîsa Ciwanên Tebqa hate vekirin
Navenda Meclîsa Ciwanên Tebqa hate vekirin
Navenda Meclîsa Ciwanên Tebqa hate vekirin
Navenda Meclîsa Ciwanên Tebqa hate vekirin
Navenda Meclîsa Ciwanên Tebqa hate vekirin
Navenda Meclîsa Ciwanên Tebqa hate vekirin
3 gulan, 2018   12:42

TEBQA

Merasîma vekirina navenda Meclîsa Ciwanan bi rêzgirtin destpê kir. Paşê Hevserokê Meclîsa Rêveber a herêma Tebqayê Şiyar Mihemed axivî û vekirina navendê li hemû  ciwanan pîroz kir û wiha bilêv kir,"Rola ciwanan di avakirina civakê de pir girîng e. Li hember êrîşnên derve ciwan parastina axa welatê xwe dikin û li gorî pîvanên û exalqî civakê ava dikin. Ji ber ku rola ciwanan di rizgarkirina bajarê Tebqayê de hebû." 

Mihemed di da dawiya axaftina xwe de got ku bi saya ciwanan  ew serbilind in û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Hevseroka Meclîsa Ciwanên Tebqayê Menal El-Mûsa diyar kir ku ciwan stûna civakê ne.

Ji aliyê xwe ve yek ji rêveberên Meclîsa Jinên Tebqayê Dûha El-Ehmed li ser rola ciwanan axivî û vekirina navendê li hemû ciwanan pîroz kir û got ku ciwan hêviya jiyanê ne.

Paşê endamên Meclîsa Ciwanên Tebqayê û Meclîsa Jinên Ciwan ên herêma Tebqayê şanoyek pêşkêş kirin.

Di dawiyê de Meclîsa Ciwanên Tebqayê ji ber keda wan spasnameyek diyarî Saziya Avakirinê kir.

Hêjaye bi bîr xistinê ku şehîd Hanî El-Elîs di pêngava rizgarkirina bajarê Teqayê de şehîd bû.

(bx)

ANHA