Hooper serdana dibistanên Amûdê kir

Endama Rêveberiya Saziya Prisma û Saziya Altrism, Yude Leaf Hooper îro serdana dibistanên navçeya Amûdê kir û nameya zarokên Hollendayê gihand zarokên Rojava. 

Hooper serdana dibistanên Amûdê kir
Hooper serdana dibistanên Amûdê kir
Hooper serdana dibistanên Amûdê kir
3 gulan, 2018   13:43

HÊWA MEHMÛD-EHMED ŞIHAB/QAMIŞLO 

Di serdanê de Yude Leaf Hooper pirtûkên bi zimanê Kurdî yên bi navên ″Silko″ diyarî zarokên dibistanan kirin.  

Derbarê serdanê de Yude Leaf Hooper ji ANHA′yê re axivî û bal kişand ser mertiryalên xwendinê ku li dibistanên Rojava têne xwendin. 

Yude Leaf Hooper anî ziman ku armanca ji vê serdanê ew e ku bi awayekî rasterast bi zarokên Rojava re têkildar bibin û wiha got, ″Tevî derfetên kêm xebatên perwerdeyê pêş dikevin.  

Yude Leaf Hooper nameyên zarokên Hollendayê ji zarokên Rojava re xwendin û diyar kir ku wan li Hollendayê pirtûkên bi zimanê Kurdî ″Silko″ diyarî zarokan kirin. 

Yude Leaf Hooper di dawiya axaftina xwe de got ku ew kêfxweşe ku zarokên Rojava dîtin û diyar kir ku ew ê pêdiviyên dibistanan bi cih bîne.    

(mm)

ANHA