ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-04-2018
27 nîsan, 2018   04:00

*Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê dê were şopandin.

*Hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Partiya Yekîtiya Demokratîk derbarê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê semînerekê dide. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Di şoreşa Rojava de gelek berxwedaneyên mezin hatin nîşandan. Gelek şervanan bi tekoşîn û xebatên xwe efsaneyên berxwedanê nivîsan din. Mihyedîn Hisên yek ji şervanên ku bi tekoşîna xwe bingeha dîroka berxwedana gel mayînde kir.

*Şêniyên bajaroka Ihris a Şehbayê pêşwaziya bi dehezaran welatiyên kantona Efrînê kiriye. Şêniyên Ihrisê pêdiviyên jiyanî ji Efrînniyan re pêşkêş dikin. Welatiyan diyar kirin ku ew wiha qenciya welatiyên Efrînê ya beriya 2 salan li wan vedigerîn in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Rûspiyên eşîrên kurdî yê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo diyar kirin ku lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê daxwaz û hêviya hemû gelê Kurd e û tekez kirin ku bi lidarxistina Kongreyê wê hemû pîlanên dagirkerî yên dewleta Tirk têk biçin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Malbata ku dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê komkujî pêk anîn û bi dehan welatiyên Efrînê qetil kirin, amade bûn, detayên komkujiyê vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Hevseroka buroya Helebê ya Meclîsa Sûriyaya Demokratîk Fehîma Hemo diyar kir ku  Erdogan dagirkerina Efrînê wekî serkeftin hesab dike û got ku Erdogan hewl dide beriya hilbijartinên Tirkiyê xwe rewa nîşan bide. Fehîma bang li welatên derve û hindir kir ku li dijî Erdogan serî hildin û hevgirtina xwe xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Partiya Sûriyaya Pêşerojê xwedî nerîneke hevbeşe, dikare hemû pêkhateyên welat bîne gel hev û aloziyan çareser bike. Ev yek di riya rêgz û armancên wê yên pêkane ku dikare nûnertiya hemû pêkhate û aliyê Sûriyê bike, pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN 

*Êzidiyên navçeya Tirbespiyê beşdariya gelê Êzidî di hilbijartinên parlmentoya Iraqê de, derfeta rawestandina komkujiyên li dijî gelê Êzidî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN 

*Dagirkirina Kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bandoreke neyînî li ser aliyên aborî ya Sûriyeyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA