'Kongreya Netewî bersiva herî guncaw ji dagirkeran re ye'

Rûspiyên eşîrên kurdî yê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo diyar kirin ku lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê daxwaz û hêviya hemû gelê Kurd e û tekez kirin ku bi lidarxistina Kongreyê wê hemû pîlanên dagirkerî yên dewleta Tirk têk biçin.

'Kongreya Netewî bersiva herî guncaw ji dagirkeran re ye'
27 nîsan, 2018   04:08

RÊNAS REMO-KADAR IBREHÎM/QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmên Parstinê yên Medya li Başûrê Kurdistanê didomîne. Bi vê yekê dixwaze dagirkeriyên xwe li ser xaka Kurdistanê fireh bike û tevgera azadî ya Kurdistanê têk bibe. Di heman demê de jî li kantona Efrînê dîmografiya herêmê dide guhertin û çeteyan û malbatên wan li şûna gelê kurd bi cih dike.

Derarbê mijarê de rûspiyên Tirbespiyê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku tekane riya têkbirina pîlanên dewleta Tirk yekîtiya kurd û lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê ye.

Rûspiyên eşîreya Mihelmiya Şêxmûs Xeyda debarê mijarê axivî û got ku divê gelê Kurdistanê bi yek destî li dijî êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk li Rojava û Başûrê Kurdistanê derkevin û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk li piştî hemû zulam û komkujiyên ku di vê sedsalê û sedsalên din de li dijî gelê kurd pêk hatin disekin e."

Xeyda di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê bersiva herî rast a li dijî pîlanên dewleta Tirk e û got ku lidarxistina Kongreya Netewî pêwîstiyek û daxwaze hemû gelê kurd e.

Rûsoiyên eşîreya Hecî Silêman ê bi navê Faris Mihemed Silêman jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: "Destwerdana dewleta Tirk di xaka Başûrê Kurdistanê de peyama dagirkeran ji gelê Kurdistanê re ye. Hikûmeta AKP'ê li dû hemû pîlanên ku li dijî gelê kurd û mafê wan ê rewa pêk tê disekine. Lewma divê di zûtirîn dem de Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxistin."

Rûsiyên eşîreya Cewdik Ehmed Sifûk jî derabrê dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ji xaka Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê got ku hikûmetên Tirkiyê rojekê nebûn dostên gelê kurd û wiha dom kir: "Îro Erdogan dixwaze sedema Osmaniyan vegerîne û şoreşên kurdî li herêmê tune bike. Dewleta Tirk a dagirker ne tenê dijberiya gelê kurd dike, lê belê ew bi pirojeyên xwe dijberiya hemû gelên herêmê dike."

Sifûk di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêzên kurdî kir ku di zûtirîn dem de Kongrya Netewî lidar bixe wiha wê li dijî hemû pîlanên dagirkeriyê yên Tirkiyê derkevin.

(dc)

ANHA