'Erdogan dixwaze xwe rewa nîşan bide'

Hevseroka buroya Helebê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Fehîma Hemo diyar kir ku  Erdogan dagirkerina Efrînê wekî serkeftin hesab dike û got ku Erdogan hewl dide beriya hilbijartinên Tirkiyê xwe rewa nîşan bide. Fehîma bang li welatên derve û hinder jî kir ku li dijî Erdogan serî hildin û hevgirtina xwe xurt bikin.

'Erdogan dixwaze xwe rewa nîşan bide'
27 nîsan, 2018   05:09

SÎLVA MUSTEFA / HELEB

Hevseroka Buroya Meclîsa Sûriyaya Demokratîk ya Helebê Fehîma Hemo binpêkirinên dewleta Tirk û guhertina demografîk li Efrînê bi tundî şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Tiştê li Efrînê dibe, ji aliyê dewleta Tirk bi zanebûn pêk tê. Demografiya herêmê didin guhertin. Civaka navdewletî jî beranberî van kiryarên dewleta Tirk bê deng in. Ev projeyên dewleta Tirk ên tunekirina gelê herêmê nîşan dide."

Fehîma Hemo di berdewama axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: "Beriya sed salî ji niha dewleta Tirk li dijî gelê ermenî komkujî pêk anî. Rêjeya wan di Tirkiyê de ji sedî 30 bû. Niha ji bilî 1 ji sedî ji ermeniyan di Tirkiyê de neman. Niha jî dewleta Tirk heman siyasetê li dijî gelê kurd pêk tîne, dixwaze gelê kurd di riya komkujiyan tune bike."

Fehîma Hemo her wiha da zanîn ku dewleta Tirk ji bo guhertina demografiya herêmê kar dike û çeteyên Xûta Şamê û malbatên wan li Efrînê bi cih dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mal û milkên welatiyên Efrînê talan kirin û çete û malbatên wan li wir bi cih kirin. Bi vê yekê dixwazin hebûna gelê kurd li herêmê tune bikin. Civaka navdewletî beranberî van kiriyarên dewleta Tirk heta niha bê deng in. Bê dengiya civaka navdewletî nîşan dide ku ew şirîkên êrîşa li ser Efrînê ne."

Fehîma destnîşan kir ku Erdogan ê ku amadekariya hilbijartinên nû dike dagirkirina Efrînê ji xwe re wekî serkeftin hesab dike û wiha pê de çû: "Bi avakirina meclîsan dixwaze dagirkirina Efrînê rewa nîşan bide. Meclîsên ku ava dikin bi tu awayî nûnertiya gelê Efrînê nakin, lê belê ew nûnertiya dewleta Tirk dikin. Erdogan beriya hilbijartinan dixwaze wêranî û ruxandina li Efrînê pêk hat veşêre."

Hevseroka Buroya Meclîsa Sûriyê ya Demokratîk ya Helebê Fehîma Hemo di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew wekî MSD'ê bang li tu rêxistin an dewletan nakin û ev tişt anî ziman: "Êdî siyasetên wan di Sûriyê de eşkere bûne. Em bang li gelê xwe yê Sûriyê li hindir û derve dikin ku yekîtiya xwe xurt bikin û li dijî dewleta Tirk a dagirker serî hildin û siyasetên Erdogan û Artêşa wî red bikin."

(dc)

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>