Buroya Mafên Mirovan revandina Dr. Abdulmecîd Şêxo şermezar kir

Buroya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê revandina Dr.Abdulmecîd Îzet Şêxo ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiya ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir.

Buroya Mafên Mirovan revandina Dr. Abdulmecîd Şêxo şermezar kir
10 nîsan, 2018   10:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Mafên Mirovan ji bo revandina Dr. Abdulmecîd Îzet Şêxo ku di 4`ê Nîsanê de de ji mala xwe li bajarê Efrînê ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve  hate revandin daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer û hinek aliyên huqûqnsa ve hatin bidestxistin, Dr. Abdulmecîd Izet Şêxo ji mala xwe ya li bajrê Efrînê roja çarşemê ji aliyê çeteyên bi navê Ehrer El-Şerqiya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê destek dide wan, hate revandin.

Dr.Abdulmecîd Şêxo di sala 1951`an de li gundê Cilbirê yê girêdayî herêma Efrînê dayik bûye. Di sala 1984`an de ji Akademiya Zimanan a li Elmaniyayê bawername wergirtiye.  Di sala 1988`an di zaningeha Rûsya de macistêr di rojnamegriyê de girtiye. Abdulmecîd Şêxo weke serokê beşa Raghandinê di zaningeha Efrînê de hate erkdarkirin.  

Revandina Dr Abdulmecîd hemû pîvanên  mafên mirovan bin pê dike.

Em weke Buroya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê hemû êrîş û kiriyarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li ser sivîlên Efrînê pêk tîne, şermezar dikin. Di heman demê de em bang li civaka navdewletî dikin ku li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bêdeng nemînin, helwestên xwe diyar bikin. Di heman demê, li gorî pîvan û lihevkirinên navdewletî tev bigerin û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji xaka Efrînê derxînin û hemû kesên ku hatine revandin serbest werin berdan."

(bx)