Washigton derbarê êrîşa li ser Dûma "Bersiva leşkerî" lêkolîn dike

Rayedarên Amerîkî gotin ku Washigton di mijara êrîşa li ser Dûmayê ku tê îdîakirin ku kîmawî hatiye bikaranîn de, bersiveke leşkerî lêkolîn dike.

Washigton derbarê êrîşa li ser Dûma "Bersiva leşkerî" lêkolîn dike
10 nîsan, 2018   10:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA'yê Donald Trump derbarê êrîşa li Dûma ku tê îdiakirin ku çekên kîmyawî hatine bikaranîn ku di encamê de nezî 60 kes hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn diyar kir ku wê di nava 48 saetan de  biryareke mezin ji bo Sûriyeyê bidin.

Rayedarên Amerikî ji ajansa Reutresê re dane xuyakirin ku bijartiya leşkerî ya bersiva êrîşa kîmawî di nîqaşan de ye.

Koşka Spî, Pentagon û Wezareta Derve ya Amerîka hin berbirêj di nav de bersiva leşkerî ya red kir.

Hin pisporên leşkerî destnîşan kirin ku heger biryara bersiva leşkerî hate girtin, ihtîmal e li dijî bargeha leşkerî ya El-Dumêr ku tê de hilkopterên bi tîpa M-8 hene were kirin.

Li gorî doplomatan; duh dûşemê nûnera Amerîka ji bo Neteweyên Yekbûyî Nicky Healy hêvî kir ku Konseya Ewlekariyê îro sêşemê pêşniyara Amerîka ya vekirina lêpirsînê derbarê bi karanîna çekên kîmawî li Sûriyê erê bike.

Ajansa Reutresê ji doplomatan diyar kir ku Konseya Ewlekariyê pêşniyara Amerîka ya "Mekanîzmeyeke nû serbixwe ji Neteweyên Yekbûyî ji bo lêpirsînê were avakirin" derbarê bikaranîna çêkên kîmawî li Sûriyê lêkolîn dike.

Sefîrê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî Vasily Nippensia piştî civîna awarte ya Konseya Ewlekariyê li ser pirsa rojnamevana got "Li gorî ku me bihîstiye, tirsa min ji wê ye ku bersiv bijartina leşkerî be, ev yek pir bi xeter e."

Berdevkê Hikûmeta Fransayê îro jî got, "Derbarê Sûriyê de heger xetên sor werin derbaskirin" wê bersiva wê jî hebe, berdevkê hikûmetê dest nîşan kir ku agahî ku di navbera Serokê Fransa Emmanuel Macron û himpîşeyî wî yê Amerîkî Donald Turmp de hene tê gotin ku "çekên kîmawî hatin bikaranîn"

(bb)