Erebe û alavên xirabûyî jinûve dikevin xizmetê

Saziya Giştî ya Avakirinê ya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê erebe û alavên xizmetguzarî yên xerabûyî jinûve sererast bike.

Erebe û alavên xirabûyî jinûve dikevin xizmetê
Erebe û alavên xirabûyî jinûve dikevin xizmetê
Erebe û alavên xirabûyî jinûve dikevin xizmetê
Erebe û alavên xirabûyî jinûve dikevin xizmetê
Erebe û alavên xirabûyî jinûve dikevin xizmetê
Erebe û alavên xirabûyî jinûve dikevin xizmetê
10 nîsan, 2018   09:57

ABDULLREZAQ ZEKERIYA /TEBQA

Saziyê di demên berê de li Miraba El-Rehba ya navendî gelek werşeyên tamîrkirinê ava kiribû. Di werşeyan de 20 xebatkar ku erebeyan tamîr dikin û jinûve wan dixin xizmetê de, dixebitin.

Erebe û kamiyonên ku tên Miraba El-Rehba werşe li gorî biranşê xebatê di navbera karkeran de dabeş dike.

Hejmara erebeyên ku hatine tamîrkirin 10 ʺVanʺ û ev erebe li saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hatin belavkirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ku gelek embulans, tirêkis, kirêdir û gelek erebeyên ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê hatine rûxandin, hene.

(bx)

ANHA