ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29′ê Adara 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29′ê Adara 2018
29 adar, 2018   05:00

*Şopandina pêşketin û geşedanên êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û berxwedana şervanên QSD’yê û gelê Efrînê ya li dijî êrîşan.

*Dê hemû çalakî û xwepêşandanên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê yên li Sûriyê, Kurdistan û hemû cîhanê, werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Beşek mezin ji gelê Efrînê yên ji hemû beşên civakê cihê xwe di nava Berxwedana Serdemê de girtin. Welatiyê bi navê Arif Hebeş  (49) jî yek ji welatiyên ku bi gelek rêbazan tevlî berxwedanê bû ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

* Welatiyên Efrînê ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê malên xwe terik kirin û koçber bûn. LI koçberiyê di rewşeke zehmet de jiyan dikin û hêviya wan mezin e ku şervanên YPG/YPJ'ê Efrîn rizgar bikin û vegerin malên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Jina Efrînî ya koçberî Şehbayê bûye, got ku ma hemû xaka Tirkiyê têra Erdogan nake heta êrîşî Efrînê kirye. Lê baweriya me bi hêzên me yên YPG/YPJ'ê heye ku wê Efrîn rizgar bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

* Nûnerê Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê Mehmûd Seyda diyar kir ku êrîşa Erdogan a li ser Efrînê li dûrî şeriyetê ye û ji ENKS'ê daxwaz kir ku ku derbarê êrîşa li ser gelê kurd tê kirin, li xwe vegere. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Welatiyên Efrînê di rewşa koçberiyê ya zehmet de jiyan dikin û hemû jî di wê baweriyê de ne ku warê wan rizgar bibe û vegerin malên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Ji bo pêdiviyên malbata xwe yên jiyanî pêk bîne, li koçberiyê di bin darekê de motorsklêtan temîr dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Mudîriyeta çûnûhatinê  ya komîteya Hndir a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê plakên tirmbêlên taybet derdixe û ruxseya tirmpêlan dide welatiyan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîteyên taybet ên Şaredariya Gerkê Legê xebatên xwe yên pêkanîna projeyên xwe yên sala 2018'an didomîn in. Projeyên wan derbarê xwezayê û amadekirina parkên giştî û rawestgehên tirmpêlan in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

*Ajansa Nûçeyan a Hawarê hevpeyvînek bi Êlîna Almanî re kir. Êlîna Çîroka rêwîtiya xwe ya bi alîkariya Dewketa Tirk ya ji Almanya heya "Xaka Cîhadê" (weke çawa bawer dikir), vegot. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Berxwedana Kobanê ya dîrokî hişt ku hebûna Tirkiyê ya di riya DAIŞ'ê re têk biçe û hemû pîlanên wan ên pêşerojê ku ji herêmê re danîbûn têk çûn. Piştî wê jî Minbic hate rizgarkirin û berê xwe dan Reqaya ku DAIŞ'ê ji xwe re kiribû paytexta XÎlafetê. Ev bi ketina QSD'ê di nava Koalîsyona Navdewletî ya şerê DAIŞ'ê wekî hêzeke sereke li ser erdê pêk hat.

ANHA