Kurdan Xîlafeta Osmanî ya di xeta Heleb, Mûsil û Kerkûkê de têk bir-3

Diri El-Firat û bermahiyên DAIŞ, Kurd pîlanên dewleta Osmanî têk birin

Kurdan Xîlafeta Osmanî ya di xeta Heleb, Mûsil û Kerkûkê de têk bir-3
29 adar, 2018   05:13

ALAN ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana Kobanê ya dîrokî hişt ku hebûna Tirkiyê ya di riya DAIŞ'ê re têk biçe û hemû pîlanên wan ên pêşerojê ku ji herêmê re danîbûn têk çûn. Piştî wê jî Minbic hate rizgarkirin û berê xwe dan Reqaya ku DAIŞ'ê ji xwe re kiribû paytexta XÎlafetê. Ev bi ketina QSD'ê di nava Koalîsyona Navdewletî ya şerê DAIŞ'ê wekî hêzeke sereke li ser erdê pêk hat.

Bi vê re Erdogan û hikûmeta wî derbarê herêmên girêdayî wî yên li Sûriyê û Îraqê lez dan xwe, di heman demê de lez da xwe ku li dijî hebûna kurdan derkeve. Ji bo kurd neghêjin pirojeya xwe ya demokratîk ku hemû gelên herêmê li derdora wê kom bûn. Deweleta Tirk bi vê yekê jî pirojeya xwe ya dîktator di aliyê hidnir, herêmî û navdewletî de jî winda kir.

Li Sûriyê di sala 2016'an de hemû Heleb berda, ev xisarek mezin bû ji wan re di Sûriyê de. Di salên 2014-2015'an jî Humis, Hema, Tedmur, rojava û bakurê paytext Şamê jî Rûsiya û Îranê re berda. Bi wan re itîfaqên aborî ên ji neçarî derbarê kirîna xaza Rûsiya û çekên wan imze kir, ev li ser hesabê têkiliya bi Amarîka û NATO pêk hat.

Bi vê yekê re helwesta Tirkiyê ya debarê mayîna Esad li ser desthiladariyê jî hate guhertin. Di sala 2016'an de şandeyek şandin Payteyxta Sûriyê same da ku li dijî kurdan û pirojeya Fedraliya Demokratîk hevkariyê bikin. Her wiha çeteyên mane di hindirê Sûriyê de di riya Rûsiya xist bazarê, di encamê de gelek xisr li pey hev dan.

Erdogan bi rêveberiya istxbaratên xwe, komeke nih ji çeteyan û bermahiyên DAIŞ'ê bi navê Diri El-Firat a niha saz kir. Di dawiya tebaxa sala 2015'an de teroristên ji ber derbeyên QSD'ê reviyan û yên di encama itîfaqa Tirkiyê û Risiya ji gelek cihan vekişiyan hemû li herêmên Ezaz, Cerblus û Babê kom kirin.

Li Îraqê jî pêwîstiya Dewleta Tirk hebû ku beşdarî şerê Mûsilê bibe, da ku hebûna xwe û alavên xwe yên li ser erdê biparêze. Zêdeyî 2 hezar leşkerên xwe şandin bargeha Beşîq, bi wan re hemû cûreyên çekên giran jî hebûn. Ev bi armanca ku tevlî hemleya Mûsilê bibe, pêk hat.

Lê di encama itîfaqa di navbera Tirkiyê, Rûsiya û Îran a teslîmkirina Helebê de Tirkiyê ji biryara beşdarbûna hemleyê vegeriya. Şertên wan jî ew bû ku hêzên Pêşmerge yên kurdî û YPŞ'ê ku rola wan di rizgarkirina Şengalê ya li nêzî Mûsilê de hebû pêk hat.

Erdogan wiha wekî çawa Heleb winda kir, Mûsil jî winda kir. Lê li Çiyayê Beşîqa ma û bermahiyên turkmen û eşîrên sinî, her wiha çekdarên Bees komî ser hev kirin. Ev bi navekî nû bi çek kirin û navê "Parêzvanên Nînewa" li wan kir, Parêzerê berê yê Mûsilê Esîl El-Nicêfî rêberiya wan dike. El-Nicêfî bi tewanbariya teslîmkirina Mûsil ji DAIŞ'ê re ji aliyê dadgeha bilind a Îraqê tê xwestin.

Projeye têk çûn, bi xwe destwerdan kir

Li Îraqê, beriya hemleya rizgarkirina Mûsilê destpê bike, rojnameya Diriliş a nêzî AKP nexşeyek weşand, di wê nexşeyê de diyar dibû ku herêmên di bin destê Barzanî, Mûsil û Kerkûkê di nava Wîlayeteke li Îraqê bi navê "Mîsaqa Milî" weşand. Erdogan jî di wê demê de behsa wê kir û destnîşan kir ku ew ê bi xurtî cihê xwe di hemleya rizgarkirina Mûsilê de bigirin.

Lê hemleya rizgarkirina Mûsilê bê ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk hat. Bi rizgarkirina hemû herêmên Mûsilê ku di xeyala Erdogan de hebûn bi dawî bû. Hikûmeta Îraqê hêzên "Parêzvanên Nînewa" qebûl ne kir û qebûl nekir piştgiriyê bide wan û wan perwedeyê bike.Tirkiyê dûrî Hikûmeta Îraqê piştgiriyê dide wan.

Kurdên ku dûrî siyasetên Tirkiyê û Îranê man, di vê demê de hebûna xwe bi hikûmeta Îraqê ya navendî û qaûna Fedraliyê li Şengalê, Karkûkê û tevahiya Silêmaniyê saz kirin. Bi vê yekê xetek li dijî hêviyên Osmaniyan li Îraqê hate sazkirin, ev bi taybet li herêmên kurdan pêk hat.

Li Sûriyê bi destpêkirina berûvajîkirina şoreşa gel a Sûriyê û ketina wan di şerê Serêkaniyê de ku di dawiya sala 2012'an de pêk hat, dewleta Tirk zêdeyî 80 komên çekdar ên Sûriyê ku piştgiriya xwe ji teroristên biyanî yên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam digirtin berê çekên xwe dan kurdan. Li vir xisara xwe ya yekem beranberî hêza kurdan ku hejmara şervanên wan wê demê hezar derbas nekiribûn pêk hat. Ev berxwedan û serkeftin heta Evsaneyên Şêxmeqsûs, Kobanê û bi rizgarkirina Minbic, Reqa û Dêrizorê tacedar bû.

Bi van serekftinên ku gelê kurd pêk anîn metirsînên Tirkiyê yên ji pêşketina pirojeya fedraliya demokratîk û komkirina civaka Sûriyê a li derdora wê zêde bû.  ji ber vê jî careke din dest bi hemleya tunekirinê ya li dijî kurdan da destpêkirin. Destpêka wê li Til Hasil û Til Eran di tebaxa 2013'an de pêk hat. Şer li Sûriyê kir dijî kurdan.

Bi hezaran terorist ji welatên cûda yên di nav Cebhet El-Nusra, Lîwai El-Tewhîd û Ehara El-Şam  bi rêveberiya istxbartên wan hatin pêşxistin, paşê jî ew teslîmî DAIŞ'ê kirin. Niha jî piştî gelek xisarên wan bi Artêşa xwe ketiye Sûriyê. Ev yek jî têkçûyînên wan ên mezin di aliyê aborî, leşkerî û siyasî de li ser astên herêmî û navdewletî isbat dike.

SIBE: Şehba û Efrînê Rûsiya ji bo stratejiya NATO li Sûriyê tevlîhev bike daye Tirkiyê

(dc)

ANHA