Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakurê Sûriyê hat avakirin

4ʹemîn kongreya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê bi biryarên girîng û avakirina Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakurê Sûriyê bi dawî bû.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakurê Sûriyê hat avakirin
28 adar, 2018   20:42

QAMIŞLO – Kongre di bin dirûşmeya ʺBi ruhê şehîdên Berxwedana Serdemê em ê li dijî dagirkeriyê asta têkoşînê bilind bikinʺ de bi beşdariya 400 nûnerên herêma Cizîrê hat lidarxistin. 

Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û dîwana kongreyê ji 5 kesan hat avakirin. Piştre sînevizyonek li ser jiyana Fermandar Egîd (Masûm Karkmaz) hat pêşandan.

Di kongreyê de bi navên YPG/YPJʹê, Hevseroka Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, TEV-DEMʹê, Kongreya Star û birîndarên şer axaftin hatin kirin. Her wiha peyamên pîrozbahiyê ji kampa Mexmûrê û Bakurê Kurdistanê hatin xwendin. 

Piştre rapora Meclîsa Malbatên Şehîdan hat xwendin û nîqaşkirin. Her wiha rêziknameya meclîsê jî hat xwendin û erêkirin.

Di berdewama kongreyê de Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji 21 kesan hat avakirin. Her wiha 4 kes wek nûnerên Meclîsê hatin hilbijartin.

Biryarên di kongreyê de hatin girtin ev in,

*Divê Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo azadiya Ocalan asta têkoşînê bilind bike.

*Ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî yên malbatên şehîdan, divê komîteya aborî were avakirin.

*Têkîliya di navbera malbatên şehîdan de were xurtkirin.

*Divê HPCʹê were xurtkirin da Bakurê Sûriyê li hember hemû êrîşên dijmin were parastin. 

Kongre bi sozdayîna endamên meclîsê bi dawî bû. 

(mm)

ANHA