Şêniyên Reqayê bi insiyatîfa xwe du dibistan vekirin

Şêniyên taxa El-Cezra ya bajarê Reqayê bi derfetên xwe yên kêm du dibistan ji zarokên xwe re vekirin. Her du dibistan ên seretayî ne.

Şêniyên Reqayê bi insiyatîfa xwe du dibistan vekirin
28 adar, 2018   10:08

REQA - Bi hezaran zarokên Reqayê ku bi hesreta xwendine ne, dibistanên ku hatine vekirin têra zarokan nake û pêdivî heye ku hîn zêdetir dibistan werin vekirin. Gelek dibistanên Reqayê di encama şer de rûxiyan û hinek jî hîna mayînên çeteyên DAIŞ`ê lê hene û nehatin paqijkirin.

Şêniyên taxa El-Cezrat bi alîkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirine ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi derfetên kêm du dibistan vekirin.

Yek ji wan dibistanan navê El-Zehrai lê hat kirin û ya dîtir jî navê Amar El-Hisên ku Serokê Komîteya Perwerde û Fêrkirine bû û di encama mayîna çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bû, lê hat kirin.

Şêniyên taxê û mamosteyên her du dibistanan anîn ziman ku pêdiviya dibistanan bi gelek tiştan weke masa, tablo û depoyên avê hene.

Mamosteyan dan zanîn ku 350 şagirt têne her du dibistanan û pêdiviya wan bi pirtûkan heye. Mamoste jî hewldidin ku li gorî derfetên xwe zarokên hesretî xwendine mane, fêr bikin.

Mamosteyan bang li aliyên têkildar ên Rêveberiya Sivîl kirin ku girîngî bidin her du dibistanan û bi wan re bibin alîkar.

(np)

ANHA