Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan kî ye?

Duh Îbrahîm El-Qeftan di Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê de ku li bajarê Reqayê hate lidarxistin de, wekî serokê partiyê hatiye hilbijartin. Gelo Îbrahîm El-Qeftan kî ye?.

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan kî ye?
28 adar, 2018   10:07

NAVENDA NÛÇEYAN - Îbrahîm El- Qeftan ji pêkhateya ereb ê bajarê Minbicê ye, di sala 1967‘an de li taxa "Tekiyet xerabe ji dayîk bûye.

El-Qeftan xwendina xwe ya seretayî li dibistana (Nemuzec) a bajarê Mincibê diqedîne, paşê derbasî ya navîn dibe û di sala 1984‘an di dibistana Hesen El-Damin de bi dawî dike û ya amadehî jî di sala 1987‘an de temam dike. Piştre zaningeha endizyariya avakirinê ya Lubnanê dixwîne û di sala 1995‘an de bi dawî dike.

Piştî ku xwendina xwe li Lubnanê diqedîne, vedigere Sûriyeyê û tevlî Sendîqeya Endizyaran dibe û buroyeke xwe li wir vedike.

Di sala 2008‘an de derbasî beşê olî ya zanîngeha " El Îmam el Ozaî" dibe û bawernameya olî werdigre.

Bi destpêka pêvajoya Şoreşa Sûriyeyê ku bi xwepêşandana dest pê kir. Ibrahîm El-Qeftan bi ciwanên Sûriyeyê re di nava têkiliyan de bû da ku wan bi rêxistin bike. Di 22‘Nîsana 2011‘an de, di xwepêşandane li dijî rêjîmê de ku bi dirûşmeya "Cûma El-Ezîme" hatibû organîzekirin, ji aliyê rêjîmê ve hate girtin, çend rojan di girtîgehên wan de ma.

Piştî rizgarkirina Minbic ji rêjîma Sûriyeyê, El-Qeftan wekî serokê Meclîsa Şoreşgerî ya Minbicê hate pejirandin, ji ber tevlîheviya ku di meclîsê de derket piştî 15‘rojan kar berdide û xebatên buroya xizmetguzariyê di meclîsê de da meşandin.

Di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê ya bajarê Minbicê, El-Qeftan rastî zilam wan tê. Çeteyên DAIŞ‘ê wî dîldigirin û lêdidin. Çeteyên DAIŞ`ê wî digrin û meh û nîvekê li gel wan girtî dimîne.

Piştî ku hate berdan, di mijara 2014‘an de ji Sûriye derdikeve û dibe yek ji endamên Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê û di komîteya têkiliyan de kar dike. Di 15‘ê tebaxa 2016‘an de dema Minbic ji çeteyan tê rizgarkirin dibe Serokê Buroya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyê şaxê Minbicê.

Di 20‘ê sibatê de ji aliyê hemû pêkhateyên bajêr ve wekî Hevserokê Meclîsa Zagonsaz-Rêvebriya Sivîl a bajarê Minbicê û gundên wê tê hilbijartin.

Duh jî di Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê de, wekî serokê partiyê hate hilbijartin.  

(bb)

ANHA