Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?

Rojnameyên Erebî bal kişand ku li gorî peyaman di navbera Rusya û Tirkiyê de, Til Rifet radestî dewleta Tirk hate kirin, her wiha bal hate kişandin ku armanca hêzên rêjîma Sûriyê piştî Xûta, Dera ye. Rojnameyan diyar kirin Erebista Siûdî ji bo fuzên balistîk ku ji Hûsiyîn re têne şandin daxwaz ji Konseya Ewlekariyê kir hesab ji Îranê bixwaze.

Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?
28 adar, 2018   10:21

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyên Erebî bal kişand ku li gorî peyaman di navbera Rusya û Tirkiyê de, Til Rifet radestî dewleta Tirk hate kirin, her wiha bal hate kişandin ku armanca hêzên rêjîma Sûriyê piştî Xûta, Dera ye. Rojnameyan diyar kirin Erebista Siûdî ji bo fuzên balistîk ku ji Hûsiyîn re têne şandin daxwaz ji Konseya Ewlekariyê kir hesab ji Îranê bixwaze.

Peymana Tirkiyê û Rûsya ji bo Til Rifet

Rojnameyên Erebî behsa, peyamên di navbera Rûsya û Tirkiyê li ser Sûriyê û guhertina demografiya herêmê. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nivîsek bi sernavê "Tirkiyê bi sponseriya Rûsya ber bi Til Rifetê ve diçe." Di nivîsê de tê gotin "Li gorî agahiyên ji Enqerayê, duh artêşa Tirkiyê û »Artêşa Azad« bajarê Til Rifet û balafirgeha leşkerî ya Minix ya li gundewarên bakurê Helebê girtin. Girtina herdu deveran piştî hevkirinên di navbera Enqera û Rûsyayaê pêk hat. Lê Çavkaniyên Kurdî diyar kirin ku hêzên Tirkiyê Til Rifet ne girtiye."

Rojnameyên Erebî her wiha destnîşan kir ku armanca rêjîma Sûriyê, piştî Xûta, Derayê ye. Derbarê mijarê de, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke bi sernavê "Gelo başûrê Sûriyê wê di demên pêş de bibe meydana şer û herêma Idilbê were paşxistin?" weşand.

Di nivîsê de tê gotin "Pêşketinên leşkerî yên rêjîma Sûriya li Xûtayê, gelek pirsan derdixîne ku armanca wê ya piştî wê çi ye. Tê texmîn ku ku başûrê Sûriyê di demên pêş de wê bibe meydana şer û Idilb ji bo demên ditîr hat paşxistin"

Rusya gefê li Ceyş El-Islam dike

Rojnameyên Erebî yên ku vê sibehê derketine, mijarên wekê Efrîn û Xûtayê girtin dest. Rojnameya El-Heyat nivîseke bi sernavê "Çekdarên başûrê Xûtayê û sivîl ber bi Idlibê ve diçin" weşand. Rojnameya El-Ereb jî sernavê "Şam û Mosko gefê li Ceyş El-Islam dixwe: An xwe radest bikin an jî ew ê êrîş bikin" avêt.

Di nivîsê de hate gotin "Şam û hevkarê xwe Mosko bal kişandin ku heke Ceyş El-Islam ji Dûmayê ango bêrîka herî dawî ya çekdarên opozisyonê li Xûtaya Rojhilat dernekeve, ew ê opersayoneke leşkerî li dijî bajarê Xûtayê pêk bînin. Çavkaniyekê ji opozisyonê got, di civîna herî dawî ku roja duşemê hate lidarxistin de, Rûs, Ceyş El-Islam hilbijêrên an xwe radest bikin an jî ew êrîş bikin li pêşberî Ceyş El-Islam danîn."

Bangewazî ji bo radestkirina dosyaya Sûriyê ji bo dadgeha navdewletî

Rojnameyên Erebî, her wiha bal kişandin ser komkujiyên ku li dijî gelê Sûriyê têne kirin, girêdayî mijarê, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke bi sernavê "Guterich daxwaz ji Konseya Neteweyên Yekbûyî dike ku rewşa Sûriyê radestî dadgeha navdewletî bike" weşand. Di nivîsê de hat ku Sekirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterich duh sêşemê daxwaz ji Konseya Ewlekariyê kir ku bila dosyaya Sûriyê radestî dozgeriya navdewletî kir û hesab ji berpirsyarê»Sûcên herî bi xeter« bixwazin."

Erebistana Siûdî daxwaz ji Konseya Ewlekariyê

Rojnameya El-Heyat derbarê êrîşa bi fuza balisîk ku beriya rojan li ser Riyadê pêk hatibû, nivîseke bi sernavê "Erebistana Siûdî daxwaz ji Konseya Ewlekariyê kir bila hesab ji Îranê bixwaze ku destekê dide Hûsiyîn" weşand. Rojnameyê diyar kir ku Erebistana Siûdî berpirsyariya parastina welkariyê girtin ser Konseya Ewlekariyê û daxwaz ji konseyê kir ku Îran a ku fuzên balistîk die Hûsiyîn muhasebe bike.

Hilbijartinên Serokkomarê Misir

Ji mijarên serek ên di rojneva rojnameyên Erebî derketine pêş, hilbijartinên Misir in. Rojnameya El-Heyat derbar mijarê de, nivîseke bi sernavê "Rêjîma Misir ji bo bilindkirina rêjeya beşdaran di hilbijartinên serokkomariyê de bin dikeve" weşand.

Di nivîsê de wiha hate gotin " Duh bi şev, saet di 9‘an de merheleya duyemîn a dengdana ji bo hilbijartinên serokkarê bi dawî bû. Piştî dûrxistina hin bernamzetan û vekişandina kesên din, Serokê berê yê Misir Ebdulfetah El-Sîs û Serokê Partiya Siberojê ya Lîberal Mûsa Mustefa Mûsa di nava pişbirkê de ne. duxuyaye ku encamên serkeftina kijan alî diyar e."

Tirkiyê ji Bexdayê re: Operasyonên leşkerî li Şengal nîn e

Derbarê gefxwarinên Tirkiyê ku operasyonên leşkerî li Şengalê pêk bîne, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nivîseke bi sernavê "Yildirim ji Ebadî re: Beyî erêkirina Hikûmeta Iraqê operasyona leşkerî nîne" weşnad avêt.

Rojnameya El-Heyat nivîseke bi sernavê "Leşkerên Iraqê li derdora Şengalê belav bûne" weşand. Di nivîsê de tê gotin ku"Çavkaniyekî leşkerî yê Iraqê ragihand ku hzên girêdayî artêşa Iraqê li herêmên Şengalê yê bakurê Iraqê belav bûne û hebûn leşkerî ya Tirk li herêmê red kir. Çavkanî diyar kir ku erebeyên leşkerî û leşkerên Iraqê li derdorê bajarokê kom bûne û destnîşan kir ku ti tevgera bejahî ya artêşa Tirk li herêmê tuneye."

(bb)

ANHA