Li kampa Holê agir bi konê koçberekî ket

Li kampa Holê agir bi konê koçberekî ket û keça wî ya 14 salî jiyana xwe ji dest da.

Li kampa Holê agir bi konê koçberekî ket
Li kampa Holê agir bi konê koçberekî ket
28 adar, 2018   08:31

SILAVA ABDULREHMAN-ŞEVÎN HESEN

HESEKE-Usama Hemûdê ji parêzgeha Selahedîn a Iraqê ye û bavê 7 zarokane. Ev bûye 4 sal ku li kampa Holê ya girêdayî Heseke dijî.

Hemûdê û malbata xwe li gorî derfetên xwe yên kêm xwe ji seqema zivistanê diparêzin. Hevjîna Usama dema ku sobê vêdixe agir bi konê wan dikeve û keça tê jiyana xwe ji dest dide.

Rêveberiya kampa Holê keça Hemûdê Menase (14) radikin nexweşxaneya El-Hikme ya bajarê Heseke. Rexmî hemû hewldanên bijîjkan keça Hemûdê Menase jiyana xwe ji dest dide.

Hemûdê têkildarî rewşa kampa Holê jî agahî da û got:˝ Rêxistinên navdewletî erka xwe ya li beramberî koçberan pêk nayîne. Alîkariya van rêxistinan tenê devkî ye û tu alîkariyê bi me re nakin˝.

Di dawiya gotinên Hemûde de bang li rêxistinên navdewletî hat kirin ku şert û mercên jiyanê ji wan re hesantir bikin û karavana ji wan re peyde bikin.

(np)

ANHA