4`emîn Kongreyê Meclîsa Malbatên Şehîdan destpê kir

Bi dirûşmeya `Bi giyanê şehîdên Berxwedaniya Serdemê li hemberî dagirkeriyê bilindkirina asta têkoşîne` 4`emîn kongreyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê destpê kir.

4`emîn Kongreyê Meclîsa Malbatên Şehîdan destpê kir
4`emîn Kongreyê Meclîsa Malbatên Şehîdan destpê kir
28 adar, 2018   08:43

QAMIŞLO- Li salona Aram Tîgram a Çand û Huner a bajaroka Rimêlan xebata lidarxistina 4`emîn kongreya Meclîsa Malbatên Şehîdan dest pê kir. 400 delege ji hemû herêmên herêma Cizîrê tevlî kongrê bûn.

Her wiha nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, fermandarên YPJ/YPG`ê, nûnerên Fedraliya Bakurê Sûriyeyê, nûnerên Kongereya Star, birîndarên şer û ji kampa Mexmûr û herêma Şengalê û kantona Kobanê jî mêvan tevlî kongrê bûne.

Kongre bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir.

Li gorî komîteya amadekar wê axavtina detpêkirina kongre were kirin, her wiha bi navê şandeyan axavtin were kirin, xebatên meclîsê were nirxandin û piştî xwendina rêziknameyê pîlansaziya dema pêş were derxistin.

(np)

ANHA