'Saziyên mafê mirovan ji rewşa Efrînê li kor in'

Endamên Saziyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kirin ku wê Berxwedana Efrînê serbikeve û pirsyar kirin gelo saziyên mafê mirovan ji rewşa li Efrînê dibe li kur in?

'Saziyên mafê mirovan ji rewşa Efrînê li kor in'
28 adar, 2018   08:28

GULÎSTAN FECIR

HELEB-Endamên Saziyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê derbarê êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê ji ajansa me re axivîn û êrîş bi tundî şermezar kirin.

Endama Rêveber a Yekîtiya Ciwanên Rojava Canfîda Tolhildan derbarê mijarê da zanîn ku jinên kurd û ciwan bi hemû hêza xwe tevlî Berxwedana SErdemê bûne û ev tişt anî ziman: "Ji destpêka êrîşa li ser Efîrnê ve gel seferber bûye. BÊ guman wê Berxwedana Efrînê serbikeve, gelê Efrînê yê rastî topbaran û bombebaran ê hat dest ji xaka xwe bernade û bi hemû hêza xwe li ber xwe dide. Em wekî ciwan jî soza didin ku em ê heta dawî şopdarên şehîdên Berxwedana Serdemê bin."

Endama Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk Şêrîn Koşan jî derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê wiha axivî: "Gelên Bakurê Sûriyê bi hemû hêza xwe li ber xwe dede. Nayê wê wateyê ku dibistan rûxanin, we pêşerokja zarokên Efrînê jî wêran kiriye. Em ê fêrbûna zarokan bi zimanê dayîkê bidomîn in."

Şêrîn di berdewama axaftina xwe de pirsyar kir û wiha dom kir: "gelo Mafê mirovan li kure e, lê tenê saziyên navdewletî wek diruşmeyekê ji xwe re bikar tîn in. AKP'ê û çeteyên wê Efrîn wêran kirin, zarok, jin û kalepîran qetil dikin, çima heta niha bê deng in."

'Îradeya gelan wê pirojeya Erdogan têk bibe'

Endamê Rêveber ê Desteya Çand û Hunerê Cemîl Mihemed derbarê mijarê got ku tu cûdahî di navbera êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê û êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Koban û Şengalê nîne û wiha dom kir: "Dewleta Tirk tu cûdahiyê naxe navbera zarok, jin û kalan, hemû kesî qetil dikin. Lê bela baş bizane ku îradeya gelan li ser vê xakê ê hemû pîlanên Erdogan têk bibe."

Cemîl di dawiya axaftina xwe de jî bang li Koneya Ewlekariyê ya Navdewletî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bike da ku hêzên xwe ji Efrînê bikşîne û welatî vegerin warê xwe.

(dc)

ANHA