Pijîşka Siwêdî: Îro li Efrînê Şengala duyemîn dûbare dibe

Bijîşka vekirina dil a Siwêdî ya bi eslê kurd NÎmal Xefûrî ji Siwêdê hat Efîrnê û rewşa gelê Efrînê bi çavên xwe temaşe kir. Dît ku çawa welatî ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê malên xwe terik kirin û koçber bûn. Nîmal got : "Tiştê li Efrînê dibe, Şengalek din e"

Pijîşka Siwêdî: Îro li Efrînê Şengala duyemîn dûbare dibe
28 adar, 2018   07:41

SOLÎN REŞÎD- ARIF SILÊMAN

ŞEHBA- NÎmal Xefûrî di Rêxistina Alîkariya Hevbeş a ji Bo Kurdistanê de kar dike, di bin diruşmeya " Bi hev re em dikarin rewşa cûda bikin" kar dikir û armanca rêxistinê ew e ku alîkariya gelê her çar parçeyên Kurdistanê bike.

Rêxistinê derbarê çalakiyên piştgiriya Berxwedana Serdemê ku li hemû aliyên cîhanê hatin lidarxistin, konê berhevkirina alîkariyan di bin diruşmeya '21 roj jib o Efrînê" hate vekirin. Xebatên çalakiyê di 21'ê sibatê de destpê kir û heta 17'ê Adarê dewam kir. Welatiyên Kurdistanî û Siwêdî cihê xwe di çalakiyê de girtin.

Di 19'ê Adarê de NÎmal Xefûrî di  hat Bakurê Sûriyê û alîkariyên li Siwêd ji bo gelê Efrînê hatin berhevkirin bi xwe re anîn.

Alîkarî ji pêwîstiyên zarokan û dermanan pêk tê. Dema Nîpal nû gihitş kantona Şehbayê berê xwe da navenda Heyva Sor a Kurd û welatiyên herêmê jî kontorl kirin.

NÎmal Xefûrî derbarê rewşa Efrînê ev tişt anî ziman: "Dema min rewşa gelê Efrînê dibhîst, tiştê bi serê gelê Şengalê hat, dihat bîra min, dema min ew li ser riyan, di dikanên wêrankirî û xaniyên kes lê nîn in min rewşa wan hîs kir."

NÎmal Xefûrî her wiha destnîşan kir ku dema vegere Siwêdê wê semîneran li Fîlenda û Siwêdê li ser rewşa mirovî ya Efîrnê lidar bixe û di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû kurdistaniyên li cîhanê kir ku alîkariya gelê Efrînê bikin.

(dc)

ANHA