`Bi avakirina partiyê re em ê aloziya Sûriyeyê çareser bikin`

Endama Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Lîna Berekat destnîşan kir ku hedefa partiyê ew e ku aloziya Sûriyeyê were çareser kirin.

`Bi avakirina partiyê re em ê aloziya Sûriyeyê çareser bikin`
28 adar, 2018   07:46

 AZAD SEFO- HOGIR NECAR

NAVENDA NÛÇEYAN- Lîna Berekat di hevdîtina li gel ajansa me hedefa avakirina Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê nirxand û got:˝ Bi avakirina partiyê re têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê dê gelê Sûriyeyê bighîje yek nêrînê˝.

Lîna Berekat di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku yek ji hedefên partiyê ew e ku daxwazên gelên Sûriyeyê yên jiyaneke azad û demokrat pêkbînin.

Ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê tevlîbûna Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ji aliyê Lîna Berekat ve wiha hat nirxandin:˝ Nûnerên hemû herêmên Sûriyeyê ciyê xwe di partiyê de digrin. Her wiha ji bo jin û ciwanan jî buruyên taybet hene û dê ji derveyî welat jî buruyek were vekirin da ku gelê Sûriyeyê ku neçarî koçberiyê mane, nasnameya xwe ya siyasî biparêzin˝.

Têkildarî hêzên siyasî jî Lîna Berekat da zanîn ku ew ê bi hemû hêzên siyasî re têkevin nava têkiliyê.

Ji bo destwerdanên derve ji Sûriyeyê re Lîna Berekat wiha got:˝ Em weke partî destwerdana derve û dagirkeriyê redikin û ji Netewên Yekbûyî dixwazin ku zû destwerdana dagirkeriya Tirkiyê bikin˝.

Derbare xebatên Partiyê de Lîna Berekat anî ziman ku ew ê destpêke hewl bidin kongreyekî ku hemû hêzên niştîmanî yên Sûriyeyê tevlî bibin lidarbixin û ew jî weke partî tevlî hemû kongreyên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyeyê, bibin.

Endama Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê Lîna Berekat di dawiya hevpeyvînê de wiha got:˝ Her tim aştî hêviya gelên Sûriyeyê ye û divê em ji bo berjewendiya gel û pêşeroja zarokên xwe bi hev re têbikoşin˝.

(np)

ANHA