Fayîq Gulpî: Wê çarenûsa Erdogan ji ya Sedam Hisên ne baştir be

Siyasetmedarê kurd û Serokê berê yê PÇDK'ê Dr Fayîq Gulpî diyar kir ku siyasetên dawî yên Erdogan di çarçoveya toranî û Ixwantiyê pêk tê û destnîşan kir ku Erdogan dixwaze xîlafeta Osmanî nû bike û ev tişt anî ziman: "Lê berxwedana gel a Şengalê û Îraqê wê rê ne de Tirkiêy êrîşî Şengalê bike. Wê çarenûsa Erdogan ji ya Sedam ne baştir be. "

Fayîq Gulpî: Wê çarenûsa Erdogan ji ya Sedam Hisên ne baştir be
28 adar, 2018   07:25

NAVENDA NÛÇEYAN – Fayîq Gulpî diyar kir ku gelê kurd li ser sîstema demokratîk vekiriye û bi taybet sîstema nû ku li Rojava di navbera hemû pêkhateyên olî û netewî de pêk hatiye û wiha got: "Sîstema li Rojava bala hemû cîhanê kişand ser xwe, lewma Erdgoan dixwaze destkeftiyên gelê kurd  û têkiliyên wan ên nû bi civaka navdewletî re derbik bik. Ji ber vê yek jî êrîşî Rojava û Başûr dike."

Siyasetmedarê kurd û Serokê berê yê PÇDK'ê Dr Fayîq Gulpî derbarê êrîşên Artêşa Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û gefên wî yên êrîşa li ser Şengalê pirsên ajansa me bersivandin.

Gulpî da znaîn ku gelê kurd yek in û xwediyê îradeyeke xurtin û destnîşan kir ku çarenûsa Erdogan û rêjîma wê wê ji ya Sedam Hisên ne baştir be.

*Di demên dawî de dewleta Tirk dest bi êrîşa li dijî herêma Kurdisanê kirye, aramanca wan ji êrîşê çiye?

Heger me siyaseta Erdgoan û AKP'ê ya dawî şopand, em ê bibîn ku di siyaseta xwe de Toranî û Ixwanî kiriye nav hev. Ji ber vê siyaseta ku Erdogan derbarê gelê kurd de pêk tîne dixwaze ku destkeftiyên gelê kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê têk bibe. JI destpêkê de rêjîma Erdgoan rêxistinên terorist ên tundrew ên wekî DAIŞ û Nusra berê wan da Rojava û Başûr da ku pîlanên xwe yên berê pêk bîne. Êrîşa DAIŞ û Nursra ya şer li dijî destkeftiyên Rojava  û êrîşa di sala 2014'an a li dijî Başûrê Kurdistanê di vê çarçoveyê de pêk hatin.

Lê siyassetên leşkerî yên DAIŞ û Nusra pêk anîn têk çûn. Erdogan tişê ku wan nikarîbû pêk bîne, bi xwe dike. jI ber wê em dibîn in ku êrîşî Efrînê dike, gefê li herêmên din ên Rojava dixwe, diheman demê de jî gefê li Başûrê Kurdistanê jî dixwe.

Tiştê di demên dawî de pêk anî û dagirkirina  wan 10 kîlometreyan ji xaka Başûrê Kurdistanê re, her wiha bombebarana ku hîn jî didome û di encamê de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn. her wiha biryara vekirina qada ezmanî ji balafirgeha Hewlêrê û qedexeya li ber balafirgeha Silêmaniyê bi armanca derxistina tevlîheviyê di herêmê de pêk hatiye, her wiha Hewlêr û Silêmaniyê ji hev dûr bixe.

Ev siyasetên Erdoganî bi armanca tunekirina destkeftiyên kurdan û derbkirina îradeya wan pêk hatiye. Lê gelê kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê li dijî van siyasetên wan bi hemû hêza xwe liber xwe dide. LÊ mxabin hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û partiyên kurdî yên Başûr ev îrade li gel wan tuneye. Tevî tê zanîn ku kurdên Başûrê di aliyê destûrî de beşek ji Îraqê ye û dikare bêtir liber xwe bidin. Hikûmeta herêmê dikare alîkariya hikûmeta Bexdaryê bixwaze û li dijî dagirkeriya Tirkiyê û siyasetên wê yên nijatperestî yên li dijî gelê kurd  derkeve.

*Êrîşa dewleta Tirk a li ser herêma Kurdistanê bi êrîşa li ser Efrînê re hemwexte, çi têkilî di navbera herdû êrşan de heye, Erdogan dixwaze çi bike?

Erdogan bi êrîşa xwe ya li ser Efrînê, Başûrê Kurdistanê û Qendlîê dixwaze îradeya gelê kurd tune bike, dixwaze muralê berxwedana Efrînê kêm bike. Bi vê yekê dixwaze isbat bike ku Arêtşa Tirk dikare li gelek eniyan şer bike, her wiha dikare xaka welatên cîran dagir bike. Dixwaze ji muxalifên xwe re jî bêje ku ew dixwaze tiştên ew dixwazin pêk bîne. Ji ber mixabin zihniyeta şofînist û dagirkeriyê ya pêkanîna serdema Osmaniyan di piraniya gelê Tirkiyê de heye.

*Gefên dewleta Tirk ên êrîşa li ser Şengala ku dûrî sînorê wê ye, çi pîlan bi dû de ye?

Pîlana Tirkiyê vejandina Toranî û Ixwaniyê di vê serdemê de ye. Em dikarin bêjin ku ev vejandina xîlafeta Osmaniyan a nû ye. Di dema xîlafeta Osmaniyan de Sûriyê, Îraq û hin dewletên erebî di bin destê wan de bû. Tiştê Erdogan dixwest bi riya DAIŞ'ê pêk bîn, têk çû. Istratîjiya Tirkiyê li ser esasê DAIŞ Çiyayê Şengalê ku xwediyên cihekî stratejîk e dagir bike. Bi saya berxwedana hêzên HPG, YPG û gelê Şengalê siyaseta wan biser neket. Ji ber vê em dibîn in ku Erdgoan dixwaze bi çi rêbazan be Şengalê bigre. Lê berxwedana gelê Şengalê, her wiha hikûmet û gelê Îraqê wê vê dagirkeriya wan qebûl nekin. Ji ber Şengal gelekî dûrî sînorê  Tirkiyê ye.

*Helwesta hikûmeta herêmê ne li gorî tê xwestin. Di nerîna we de sedema vê yekê çiye, her wiha hûn helwesta Partiyên siyasî yên Başûr derbarê van êrîşên wan çawa dinirxîn in?

Li herêma Başûrê Kurdistanê sîfetên siyasetan heye, ev sîfetên wan xwe disperse hêzên derve di çareseriya hemû kêşeyan de. Xwe naspêre rewşa hindir û îradeya gel. Ji ber vê yekê partiyên Başûrê Kurdistanê û bi taybet partiyên li ser desthildariyê di vê demê de, di serî de PDK'ê bi baweriya ku dikare destkeftiyan ji xwe re qezenc bike. Destkeftiyan ji malbata Barzanî re.Di baweriya wan de ku gelê kurd di riya têkiliyên dîplomasî û aborî yên bi dewleta Tirk re dikare vê yekê pêk bîne. Ev şaştiyek mezin e, me dît dema DAIŞ'ê di sala 2014'an de êrîşî Başûrê Kurdistanê kir, hikûmet alîkarî ji Dewleta Tirk xwest, lê wan daxwaza wan pêk nanî. Di heman demê de dema refurandim sala derbasbûyî ku li Başûr hat, me hlwesta Tirkiyê dît.

Divyabû PDK'ê ku hikûmeta Herêma Başûr di destê wê de ye ji van helwestên dijbertî û nijatperestî yên dewleta Tirk sûd werbigirta, gerek têkiyên dîplomasî û her wekî din jî bi dewleta Tirk re venekiriba. Ji ber ku em beşek ji Îraqê ne û em dikarin têkiliyên xwe yên siyasî, dîplomasî û aborî bi hikûmeta îraqê re xurt bikin. Di riya Îraqê re em dikarin bi hemû dewletan re çêbikin. Ne yekser bi Tirkiyê re. Ev têkiliya di navbera herêma Başûr û Tikriyê de têkiliyên ne li gorî hevsengan e, ew wekî di navbera rêber û  cotkarê wî de ye.

Dema balafirên Artêşa Tirk êrîşa xaka Başûrê Kurdistanê kir û 4 welatiyên sivîl qetil kirin, helwesta Hikûmeta Başûr şermok bû.

Ji ber wan kuştina sivîlan bi hebûna bargehên PKK'ê ya li nêzî gundan ve girêda. Ev helwesteke derexlaqî ye. Em bawer nakin ku PDK û hikûmeta herêmê karibin pirsgirêkên gel ên siyasî, netewî û aborî li Başûr çareser bike. Em dibîn ku gel meşan û xwepêşandian li ser rewşa aborî ya xirab û li ser siyaseta wan a netewî derdikevin.

*Îraq bersiva Tirkiyê da û got ku ew ê êrîşa li ser Şengalê qebûl nekin, hûn vê helwestê çawa dinirxîn in. Gelo wê Îraq rê bide ku Tirkiyê êrîşa xaka wê bike û çima?

Di baweriya min de hikûmeta Tirkiyê nikare êrîşî Şengalê bike, ji ber ku hikûmeta Îraqê ji berê bi hêztir bûye, niha Artêşa Îraq û Heşid Şebî li Şengalê û Çiyayê wê hene. Di aliyê din de jî pêşbirka di navbera Tirkiyê û Îran a li ser Îraqê. Hikûmeta ÎRaqê gelekî nêzî Îrane û wê rê nede Tirkiê ku bikeve Çiyayê Şengalê û herêmên din. Lê dibe ku hikûmetên Îraq û Îranê rê bidin dewleta Tirk ku Çiyayê Qendîlê bombebaran bike.

*Di demaêrîş û tehdîdên dewleta Tirk ên li ser herêmê, sînaryoya demên pêş wê çibe?

Piştî DAIŞ di aliyê leşkerî de têk çû, ihtîmal heye ku lihyevkirinek derbarê gelê kurd de were kirin, ji ber ew gelekî li Rojhilata Navîne ku mafê xwe bi dest ne xistiye. Di heman dmeê de gelê kurd û bi teybet li Rojava, Bakur û Başûr rola wan di têkçûna DAIŞ'ê de hebû. Di heman demê de gelê kurd li ser demokrasiyê vekiriye, bi taybet sîstema kun û li ROjava di navbera hemû pêkhateyên olî, netewî û mezhebî de hatiye saz kirin.

Vê sîstema demokratîk bala hemû cîhanê û aliyên siyasî yên navdewletî û herêmî kişandiye. Mumkin ku itîfaqek navdewletî ya derbarê pêkanîna mafê gelê kurd li Rojavaû Başûr were kirin, lê mixabin, dewleta Tirk naxwaze ev helwest pêk were.

Tiştê dewleta Tirk dike derbkirina destkeftiyên gelê kurd e, ji aliyê din jî dixwaz derbkirina têkiliya baş a di navbera civaka navdewletî û gelê kurde ye.

Tiştê pêwîstiya me kurdan pê heye, ew ku em xwedî îradeyek xurt bin, karibin xîtabî dewletên herêmî û civaka navdewletî bikin, ji ber bê çareserkirina doza kurdî li Rojavhilata Navîn wê aramî pêk neyê. Ev gelekî girînge, divê em bianin ku Sedam Hisên ji ber siyasetên xwe yên ne demokratîk û nijatperest ên derbarê gelê kurd de  têk çû.

Heger kurd yek bin û xwediyê hemam îradeyê bin, wê hikûmeta Erdogan jî çiqasî siyasetên xwe yên dijberiyê û ne demokratîk derbarê gelê kurd dewam kir, wê çarenûsa wî ji ya Sedam Hisên û rêjîma wî ne baştir be.

(dc)

ANHA