Pijîşkê koçberiya Efrînê wiha erka xwe pêk tîn e!

Dr. Mihemed Îsa yê ji Efrînê hatiye Şehbayê, iyadeyek biçûk vekiriye û bê pere alîkariya welatiyên kantona xwe yên di rewşa koçberiyê de jiyan dikin, dike. Rojane 12 saetan dewam dike û pêşwaziya welatiyan dike.

Pijîşkê koçberiya Efrînê wiha erka xwe pêk tîn e!
Pijîşkê koçberiya Efrînê wiha erka xwe pêk tîn e!
Pijîşkê koçberiya Efrînê wiha erka xwe pêk tîn e!
Pijîşkê koçberiya Efrînê wiha erka xwe pêk tîn e!
24 adar, 2018   06:40

FÎDAN EBULAH- ROZANA DADO

EFRÎN – Bijîkê Demaran û pskolojiyê Mihemed Îsa ji Helebê berê xwe dabû Efrînê û li wir iyadeyek vekir. Piştî ku Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî Efîrnê kir, berê xwe da gundê Aqîbê ya navçeya Şêrawa û ev zêdeyî hefteyeke wî li vir e. Îsa, hin dermanên li gel wî ma bû bi xwe re anî û pêwîstiyên destwerdana lezgîn jî anî ne.

Li gundê Aqîbê jî Dr Mihemed Îsa biryar da ku karê xwe ranewestîne, ji ber ku hejmarek mezin a welatiyan li wir heye û pêwîstiya wan bi alîkariyên tenduristî heye. Îsa hemen dikanek biçûk kir iyade û bi alavên bi xwe re aniye welatiyên Efrînê mûayene dike û dermanên di destî wî de jî dide wan.

Îsa rojane saet di 06'00'an de dest bi kar dike û heta saet 20.00'an jî karê xwe didomîne. Welatiyan jî bê pere derman dike. Di heman demê de rewşên awerte jî pêşwazî dike, di nava nexweşan de zarok jî hene. Gelek rewşên pskolojî di nava zarokan de ku ji ber bombebaran û topbaranê zirar dîtine jî hene.

Dr Mihemed Îsa derbarê kar û xebatên xwe ji ajansa me re axivî û wiha got: "Piştî ez hatim vir, min bi derfetên xwe yên kêm iyade vekir, da ku ez alîkariya gelê xwe bikim. Gelê Efrînê bi hejmarek mezin hatine vir. Ji ber şer gelek ji zarokan tirs bi wan re çêbûye û rewşên din ên nexweşiyê di nava welatiyan de derketine."

Dr. Mihemed Îsa di dawiya axaftina xwe de jî bang li rêxistinên navdewletî û mirovî kir ku alîkariya welatiyan bikin û derman û alavên tenduristiyê ji wan re bişîn in.

(dc)

ANHA