Komîna gundê Aqîbê  ji bo alîkariya koçberan ranaweste

Gundê Aqîbê ya navçeya Şêrawa derdora 300 malbatên Efrînê yên ji gelek gund û herêmên Efrînê koçber bûne pêşwazî kiriye. Komîna gund ji bo alîkariya koçberan kar û xebatên xwe zêde kiriye.

Komîna gundê Aqîbê  ji bo alîkariya koçberan ranaweste
Komîna gundê Aqîbê  ji bo alîkariya koçberan ranaweste
24 adar, 2018   06:41

ROZANA DADO-FÎDAN EBDULAH

EFRÎN- Komînên Navçeya Şêrawa alîkariya bi koçberên ji gund û bajarê Efrînê hatine gundê wan re didomîn in. Komîna gund ya Şehîd Mesûm xebatên xwe dûbare kiriye da ku karibe bi hemû hêza xwe alîkariya koçberan bike.

Şêniyên gundê Aqîbê di derdora 300 malbatan bi cih kirin. Malên di gund de yên vala ji derdora 60 malan re diyar kirin, ji ber ku hejmara welatiyan zêdeye dibistan û mizgefta gund jî ji koçberan re hatin vekirin. Her wiha kon hatin vedan ku welatî di bin de jiyan bikin.

Komîna gund ceyran gihandiye koçberan, her wiha rojane nan bê pere ji wan re pêşkêş dike, di heman demê de parên xwarinê û ava vexwarinê jî ji wan re pêşkêş dikin.

Hevserokê Komîna Şehîd Mesûm derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û wiha got: "Êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bû sedema ku welatî berê xwe bidin gundê me. Em di nava komînê de li gorî hêza xwe alîkariya koçberan dikin. Em amadene hemû welatiyan bi cih bikin. Lê divê rêxistinên navdewletî û dewletên cîhanê alîkariyê bikin da ku Efrîn ji dagirkeriya Tirk were rizgarkirin."

Welatiyên koçber jî spasiya komînan kirin ku alîkariya wna dikin û hêvî kirin ku di zûtirîn dem de herêmên wan rizgar bibin û vegerin warê xwe.

(dc)

ANHA