'Efrîn wê serbikeve û emê vegerin malên xwe'

 Her malbateke Efrînê çîrokeke wan a koçberiyê ya cûda heye, ema hemû li bendê ne ku gund û bajarên wan careke din werin rizgarkirin û vegerin malên xwe. Welatiyê bi navê Nûrî Mehmûd ê ji Efrînê derbarê berxwedana Efrînê wiha got: "Efrîn wê serbikeve û em ê vegerin gundên xwe'

'Efrîn wê serbikeve û emê vegerin malên xwe'
24 adar, 2018   06:57

ARŞÎN NECAR- ŞERVÎN MUSTEFA

ŞEHBA- Welatiyê bi navê Nûrî Mehmûd ê ji gundê Şêl Tetê ya navçeya Bilbilê ya Efîrnê tevî malbata xwe ku ji 5 kesan pêk tê koçber bû. Nûriyê ku tevî malbata we bi motirsklêta xwe koçber bûye û hat gundê Til Qerah a Kantona Şehbayê dibêje ku ji bo zarokên xwe ji bombebaran û topbarana Artêşa Tirk û çeteyên wê rizgar bikin, koçber bûne.

Nûrî derbarê koçberiya xwe ji ajansa me re axivî û wiha got: "Piştî ku gundên me ji aliyê navçeya Bilbilê ve hatin topbaran û bombebaran kirin, em neçar bûn ku ber bi navenda bajarê Efrînê ve koçber bibin. Paşê jî em neçar bûn ji navenda bajarê jî koçber bibin û niha em hatine gundên Til Qerah a Şehbayê da ku em zarokên xwe dûrî mirinê bibin."

Nûrî, di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku piştî çend roj di ser hatina wan a gundê Til Qerah ku ne av û ne ceyran lê heye derbas bû, wî dikanek biçûk di nava bermahiyan de vekir û wiha got: "Ez di dikanê de sotemeniyê difroş im. Ez benzîn û mazotê bi buhayê 300 heta 250 lîreyan difroş im, kurê min di firotinê de alîkariya min dike."

Nûriyê ku tevî malbata xwe bi dehezarên Efrîniyan re di rewşeke zehmet a koçberiyê de jiyan dikin got ku wê Efrîn serbikev  û hestî xwe bi van gotinan anî ziman: " Berxwedana Serdemê ya Efrînê wê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên mal û milkên me talan kirin, wê serbikeve. Wa rastî derdikeve bê kî teroriste, diyar dibe ku êrîşkar ew teroristin. Em bi sebreke mezin li bendê ne ku Artêşa Tirk û çeteyên wê derkevin û em vegerin gundên xwe."

Nûrî di dawiya axaftina xwe de  ev tişt anî ziman: "Divê Erdogan ji xaka me derkeve. Em ê vegerin bela hemû cîhan vê yekê baş bizane. Ez bang li NY dikin ku sînorekî ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ku mal û milkên me dizîn û talan kirin re dîn in."

(dc)

ANHA