130 xwendekarên li Nîjeryayê hatibûn revandin hatin rizgarkirin

Desthilata Nîjeryayê ragihand ku 130 xwendekarên ku di mijdara borî de ji aliyê çekdaran ve ji dibistaneke Katolîkan hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

130 xwendekarên li Nîjeryayê hatibûn revandin hatin rizgarkirin
22 kanûn, 2025   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Nîjeryayê ragihand ku 130 xwendekarên ku di mijdara borî de ji hêla çekdaran ve ji dibistaneke Katolîkan a li Eyaleta Nîjer a li bakurê Nîjeryayê hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

Berdevkê Serokatiya Nîjeryayê Sundayî Darî bi daxuyaniyekê ku li ser X’ê weşandiye, diyar kir ku tevahî xwendekarên hatibûn revandin, êdî rizgar bûne, her wiha wêneyên wan piştî berdanê jî parve kirin.

Di dawiya mijdara borî de çekdaran êrişî Dibistana St. Mari ya keç û kuran kir û bi sedan xwendekar û karmendên dibistanê revandibûn.

(b)