Mark Savaya peyamek din li ser Iraqê belav kir

Nûnerê Amerîka yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya ragihand ku ew bi amadebûne komek çekdar ya ji bo çekdanînê kêfxweşe û got; “Lê ev têrê nake, divê pêvajoya bêçekkirinê li seranserê Iraqê, bê cihanîn.

Mark Savaya peyamek din li ser Iraqê belav kir
22 kanûn, 2025   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Amerîka yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya derbarê bêçekkirina komên çekdar ên Iraqê de peyamek belav kir.

Mark Savaya ragihand ku ew bi amadebûna komek çekdar ya jibo danîna çekan kêfxweşe, lê ev yek tenê bi derxistina daxuyaniyan têrê nake û got; “Divê proseya çekdanînê berifreh be û di çarçoveyek netewî ya zelal de were bicihanîn. Iraq niha di nava krîzeke kûr de ye, yan wê serweriya qanûnî, aramî û geşepêdanê, yan jî wê asêbûna di nava çerxek parçebûn û bê ewlehiyê de hilbijêre.”

Savaya got ku komên çekdar yên ne yasayî, çavkaniyên nîştimanî ji bo berjewendiyên xwe û bernameyên biyanî bikartînin, lewma divê pêvajoya bêçekkirinê li seranserê Iraqê, bi awayek wekhev û bê cûdahî were bicihanîn.

Hêjayî gotinê ye beriya çend rojan rojnameya Asharq Al-Awsat di nûçeyek xwe de ku xwe spartibû rayedarên Iraqê yên navên wan nehatin eşkerekirin, îdîakiribû ku welatekî “dost” Bexda hişyar kiriye û ragihandibû ku di nava hedefên muhtemel de saziyên dewletê yên peywendiya wan bi komên Şîa re, Hêzên Seferberiyê yên Gel (Heşdî Şeebî), şexsiyetên leşkerî, depoyên fuze û balafirên bêmirov û kampên perwerdeyê hene. Her wiha di nûçeyê de hatibû îdîakirin ku Îsraîl ji bo di nava Iraqê de operasyonê bike, ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) destûr girtiye.

Lê duh servîsa Îstixbaratê ya Neteweyî ya Iraqê (INIS) nûçeyên ku dibêjin Bexda têkildarî êrişên leşkerî yên berfiref hişyarî standiye, derewandibû.