Pirtûkxaneya Şehîd Koçero Batman bi 3700 berheman li ber xwîneran vekirî ye

Pirtûkxaneya Şehîd Koçero Batman ku 3 hezar û 700 pirtûk tê de hene, ji bo xwîneran bûye cihekî dilkêşiyê.

Pirtûkxaneya Şehîd Koçero Batman bi 3700 berheman li ber xwîneran vekirî ye
Pirtûkxaneya Şehîd Koçero Batman bi 3700 berheman li ber xwîneran vekirî ye
Pirtûkxaneya Şehîd Koçero Batman bi 3700 berheman li ber xwîneran vekirî ye
Pirtûkxaneya Şehîd Koçero Batman bi 3700 berheman li ber xwîneran vekirî ye
Pirtûkxaneya Şehîd Koçero Batman bi 3700 berheman li ber xwîneran vekirî ye
22 kanûn, 2025   11:34
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Pirtûkxaneya Şehîd Koçero Batman di 27`ê Mijdarê anku salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de li Taxa Şehîd Barîn (Taxa Nû) li rex navenda Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate vekirin.

Di Pirtûkxaneya Şehîd Koçero Batman de 3 hezar û 500 pirtûk hene. Armanc ji vê pirtûkxanê ew e ku barê xwendekaran di warê lêkolîn û lêgerînan de hêsantir bibe, her wiha kesên ku dixwazin demeke xwe ya teybet ji bo xwendina pirtûkan veqetînin, hatiye vekirin.

Têkildarî mijarê, xwendekara Zanîngehê Kobanê Darîn Îbrahîm ji ANHA`yê re axivî.

Darîn Îbrahîm diyar kir ku ji ber ku zanîngeh nêzî pirtûkxaneyê ye, gelekî kêrhatî ye û wiha got: “Em wek xwendekar, me gelek sûd ji pirtûkxaneyê wergirtiye û karê me di aliyê lêkolînan de hêsantir bûye."

Darînê anî ziman ku ew dixwazin xwendekar werin pirtûkan bixwînin û wiha got: "Em bi hêvî ne ku her kes pirtûkan bixwîne, ji bo ku çanda xwendinê bi pêş bikeve û zanîna xwendekaran bi pêş bikeve.”

Şehîd Koçero Batman (Hesen Demîrtaş) di êrişeke hewayî a dewleta Tirk a li Kobanê de şehîd bûbû.

ANHA