ˋNenavendî li Sûriyeyê deriyê veguherîna bi demokrasiya rast ve yeˊ

Çalakvan û siyasetmedaran diyar kir ku nenavendî deriyê veguherîna demokratîk a rastîn li Sûriyeyê  destnîşan kir ku beşdarbûna hemû pêkhateyan di biryardayînê de tekane rêya bidawîkirina alozî û vegerandina serweriya neteweyî ye.

ˋNenavendî li Sûriyeyê deriyê veguherîna bi demokrasiya rast ve yeˊ
5 mijdar, 2025   02:35
REQA
MIZGÎN ELÎ

Çalakvan û siyasetmedar derbarê pargela nenavendîtiyê de ji ajansa me re axivîn. Çalakvanê siyasî û mafê mirovan Ewas El Elî diyar kir ku "demokrasiya rastîn li ser beşdarbûna hemû beşên civakê di rêvebirina karûbarên dewletê de ye, çi bi rêya demokrasiya rasterast an jî nerasterast. Civaka Sûriyeyê bi pirrengiya xwe ya neteweyî, etnîkî û mezhebî tê nasîn, ji lew re pêdiviya vê yekê bi pergaleke siyasî heye, ku edalet û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyên wê garantî bike."

El Elî anî ziman ku paşguhkirina her beşeke civakê yan jî mezhebekê encamên xerab derdixe holê, bi taybetî jî hilweşîna tevna neteweyî û vekirina derî ji bo hêzên herêmî û navneteweyî da ku ji nakokiyên navxweyî sûd werbigirin.

El Elî destnîşan kir ku hin dewlet, wek Tirkiye, Rûsya, Îran û Îsraîlê, ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe ji van parçebûnan ​​sûd werdigirin û van destwerdanan aloziya Sûriyeyê veguherandiye qadeke pevçûna berjewendiyên navneteweyî.

El Elî anî ziman ku windakirina ewlehiya civakî û qelsbûna desthilata navendî ya îro li Sûriyeyê ji ber nebûna pergaleke îdarî ya dadperwer e. Lê çareserî di pêkanîna pergaleke nenavendîbûnê de ye, ku dihêle hemû pêkhate karûbarên xwe di çarçoveya dewleteke yekane de bi rê ve bibin.

Çalakvanê siyasî û mafê mirovan Ewas El Elî destnîşan kir ku nenavendîbûn nayê wateya cudabûnê yan jî parçebûnê weke propogandaya wê tê kirin, lê belê ew rêyek e ji bo beşdarbûna her kesî di biryardayînê de û bidestxistina pêşketineke hevseng, weke ezmûnên welatên pêşketî wekî Almanya, Swîsre û Kanadayê.

El Elî banga belavkirina hişmendiya rastîn a têgeha nenavendîbûnê kir, û got ew rêya herî baş a ber bi avakirina dewleta Sûriyeyê ya ewle, aram, yekgirtî û pirpêkhateyî, dûrî wesayet û bandora herêmî û navneteweyî ye. Ji ber ku rûmeta hemû welatiyên xwe bê cudahî diparêze.

Di dawiyê de Ewas El Elî diyar kir ku şoreşa Sûriyeyê ji destpêka xwe ve bê bernameyeke neteweyî ya berfireh bû, û wê jî derî li ber destwerdanên dewletên herêmî û navneteweyî vekir ku biryara neteweyî de têk bir û hişt ku berjewendiyên wan dewletan di ser berjewendiya gelê Sûriyeyê re be.

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê, Iyad El Xetîb got veguherîna demokratîk bingeha daxwazên gelê Sûriyeyê ku ji sala 2012’an û vir ve xwepêşandanan li dar dixe, temsîl dike û diyar kir ku "Pêdiviya qonaxa niha bi veguherîneke rastîn a ji sîstema navendî ya ku bi dehsalan gel bêalî dikir, ber bi sîstemeke demokratîk a nenavendî ve heye. Da ku mafê beşdarbûna siyasî û biryardanê bide Sûriyeyiyan."

El Xetîb destnîşan kir ku sîstema navendî dihêle deshilatdarî û saman di destê komeke teng de be, ev yek dibe sedema kêmbûna rola gel û veguherîna Sûriyeyê bo sîstemeke nîvmîratî.

El Xetîb anî ziman ku "Nenavendî ji bo bidestxistina dadperweriyê di dabeşkirina erkan û çavkaniyan di navbera navend û herêman de rkêya herî guncaw e. Ji ber ku beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê di birêvebirina karûbarên welêt de misoger dike û rê li ber dubarekirina şaşiyên berê digire."

El Xetîb anî ziman ku mezintirîn zehmetiya li pêşiya veguherîna demokratîk, berdewama girêdana hin zihniyetan bi têgeha navendîbûnê ve, wekî garantiya yek dewletê ye û got rewşê berevajî wê yek îsbat kir ku nenavendî yekitiya Sûriyeyê diparêze, hêz û rola wê ya herêmî vedigerîn e.

Iyad El Xetîb di dawiya axaftina xwe de got: ‘’Divê Sûriyeya siberojê dewletek demokratîk, nenavendî, bihêz û yekgirtî be, û bikaribe cihê xwe di nav dewletên herêmê de dûr wesayet an jî serweriya derve vegerîne."

(ac/fr)

ANHA